Parêzgarê Hesekê pêşwaziya rûspî û oldaran kir

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero û şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Hesen bi boneya cejna Remezanê pêşwaziya oldar û rûspiyan kir.

Parêzgarê Hesekê pêşwaziya rûspî û oldaran kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya rûspî û oldaran kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya rûspî û oldaran kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya rûspî û oldaran kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya rûspî û oldaran kir
20 adar, 2026   12:30
HESEKÊ

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero û şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Hesen bi boneya cejna Remezanê pêşwaziya kesayetên civakî û olî kir.

Di serdanê de cejna Remezanê li hev pîroz kirin û hat hêvîkirin ku aştî û aramî, xêr û kêfxweşî li Sûriyeyê pêk werin.

Her wiha îşaret bi hevgirtina civakî, belavkirina nirxên jiyana hevbeş hate kirin û rola rêveberan di piştgirîkirina îstiqrarê û yekitiya di nava şêniyan de hat vegotin.

(bb)

ANHA