Li Til Temirê 2 şewat hatin vemirandin

Tîmên Awarte yên Til Temirê bi hevkariya şêniyan 2 şewatên li gundên Til Şamîran û Qahîreyê vemirandin, zirarên çêbûne tenê madî ne.

Li Til Temirê 2 şewat hatin vemirandin
25 hezîran, 2026   17:14
HESEKÊ

Tîmên Awarte yên Til Temirê bi alîkariya şêniyan 2 şewatên îro li gundewarê bajêr çêbûbûn vemirandin. Lê tu birîndarî nehatin tomarkirin.

Şewata yekemîn li gundê Şamîran ê başûrê Til Temirê di nava malan de çêbû. Wê yekê hişt ku Tîmên Awarte bilezînin û berê xwe bidin cihê şewatê û şewatê dorpêç bikin û vemirînin.

Şewata duyemîn jî li gundê Qahîreyê yê rojavayê bajêr di nava zeviyekî çandiniyê de pêk hat. Tîmên Awarte şewat kontrol kir, nehişt bigihîne eraziyên derdorê û vemirand.

Tîmên Awarte diyar kir ku bersivdana bilez û hevkariya meydanî hiştin ku di demeke kurt de şewatan vemirînin û bangên xwe ji şêniyan re dubare kirin ku hişyar bin, taviliya şewat çêbe agahiyan bidin, da ku zirarên zêde bi mal û milkên welatiyan nebin.

(fr)

ANHA