Parêzer ji bo herin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzer ji bo herin Îmraliyê serlêdan kirin
8 nîsan, 2025   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan  serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.