Rûsyayê 23 dronên Ukraynayê rûxandin

Hate ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 23 dronên Ukrayanyê rûxandine.

Rûsyayê 23 dronên Ukraynayê rûxandin
8 nîsan, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî şevê din 23 dronên Ukraynayê li ser xaka Rûsyayê rûxandine.

Wezaretê diyar kir ku li ser herêma Kursk 19 dron û li ser herêma Belgorod êjî 4 dron hatin xistin.

Çavkaniyekî ji Koma Hêzên Bakur a Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li herêma Kurskê bi pêş de diçin û got rêyên tevgera hêzên Ukraynayê li nêzî bajarokê Gornal ji aliyê bakur û rojhilat ve hatine girtin.

Çavkanî der barê mijarê de ev agahî parve kirin: "Yekîneyên êrişker ên Foca 22'yan a Firqeya 44'an a Rûsyayê, li gel yekîneyên deryayî bi dirêjahiya çem ber bi Belogorskî ve bi pêş ve diçin û li wir şer dikin û nêzî bajarokê Gornal bûne. Bajar niha ji aliyê bakur û rojhilat ve bi bandor hatiye dorpêçkirin. Tevî berxwedana mezin, lê obîsên Rûsyayê li jêderên êrişê yên hêzên ukraynî didin û yekîneyên Rûs bi pêş diçin."

Artêşa Rûsyayê di destpêka Adarê de êrişeke berfireh li dijî Kurskê ku hêzên ukraynî derbasî wê bûbûn, dabû destpêkirin.

(bb)