400 hezar kes ji Xezayê koçber bûne

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got ji dema ku Îsraîlê operasyonên leşkerî ji nû ve dane destpêkirin, nêzî 400 hezar kes ji Xezayê koçber bûne.

400 hezar kes ji Xezayê koçber bûne
8 nîsan, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê malek bombebaran kir û di encamê de bi kêmanî 9 kes hatin kuştin û hin kesên din birîndar bûn.

Li gorî medyaya Filistînê, li bakurê rojavayê bajarê Xezayê jî malek ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat bombebarankirin û di encama vê bombebaranê de 5 kesên din hatine kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê herêmên li bakurê bajarê Refehê yê başûrê Xezayê û taxên Şûcaiyê û Zeytûn bi obîsan kirin hedef.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got ji dema ku Îsraîlê operasyoênên xwe yên leşkerî ji nû ve dan destpêkirin (di nava kêmî 3 hefteyan de) nêzîkî 400 hezar kes li hundirê Xezayê koçber bûne.

Berdevkê NY’yê diyar kir ku ji bo silametî û jiyana koçberan tu tedbîr nehatine girtin û got berpirsyariya vê yekê ji Îsraîlê tê xwestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî agirbesta ku 2 mehan dewam kir, Îsraîlê di 18’ê Adarê de careke din operasyoneke leşkerî li dijî Xezayê da destpêkirin.

Ji 251 îsraîliyên ku di 7’ê Cotemeha 2023’yan ve hatibûn girtin, hîna 58 girtî li Xezayê ne. Îsraîlê ragihand ku ji 251 girtiyên wê 34 girtî hatine kuştin.

Di çarçoveya agirbestê de, 8 cenaze jî di nav de, 33 girtiyên îsraîlî û hezar û 800 filistinî hatin berdan.

(bb)