Paqijkirina mayînan li ser xeta Til Temir-Zirgan berdewam dike

Tîmên rakirina mayînan ên MAG (Koma Çalakiya Li Dijî Mayînan) li gundê Derdara û zeviyên çandiniyê yên derdora wê li ser xeta Zirgan-Tol Temorê xebatên xwe didomînin. Armanca wan ew e ku herêmê ji bermahiyên teqemenî yên şer paqij bikin û ewle bikin û şert û mercên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê bo malên xwe biafirînin.

Paqijkirina mayînan li ser xeta Til Temir-Zirgan berdewam dike
Paqijkirina mayînan li ser xeta Til Temir-Zirgan berdewam dike
Paqijkirina mayînan li ser xeta Til Temir-Zirgan berdewam dike
Paqijkirina mayînan li ser xeta Til Temir-Zirgan berdewam dike
Paqijkirina mayînan li ser xeta Til Temir-Zirgan berdewam dike
31 tebax, 2026   13:19
HESEKÊ

Tîmên rakirina mayînan ên MAG`ê xebatên xwe yên lêkolîn û tespîtkirina mayîn û bermaayên li ser xeta Zirgan-Til Temirê didomînin.

Tîm niha li gundê Derdara û zeviyên çandiniyê yên derdorê dixebitin, li wir lêkolînan dikin û mayîn û bermayên şer tespît dikin da ku amadekariya rakirina wan bikin û herêmê ji bo şêniyan û cotkaran ewle bikin.

Ev xebata rakirina mayînan beşek ji hewldanên berdewam in ji bo kêmkirina xetereyên bermahiyên teqemenî yên şer û peydakirina şert û mercên ewle ji bo şêniyan, bi taybet koçberên Serêkaniyê da ku vegerin malên xwe.

(k)

ANHA