Panoramaya Hefteyê: siyaseta DYA`ê li Rojhilata Navîn diguhere

Medyaya erebî nivîsî ku siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Sûriye û Îraqê tê guhertin. Agirbesta li Lubnanê jî ne asêye û dewletên kendavê hewceyê li hember destwerdanên derve hewceyî yekrêziyê ne.

Panoramaya Hefteyê: siyaseta DYA`ê li Rojhilata Navîn diguhere
7 hezîran, 2026   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro der barê guhertinên siyasî û stratejîk ên li Rojhilata Navîn de nivîsî û bal kişand ser guhertina siyasetên DYA`yê li Sûriye û Iraqê 

 ‘WASHINGTON BANDORA XWE VESAZ DIKE’

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser biryara serokê DYA`yê Donald Trump a berfirehkirina erka nûnerê xwe Tom Barrack da ku ji bilî Sûriyeyê Iraq jî tê de be, nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku ev gav guhertineke di perspektîfa DYA`ê ya li ser Şamê de wekî "yekîneyeke stratejîk a yekane" nîşan dide ku li gorî mentiqa "aramî di berdêla veberhênanê de" tê rêvebirin.

Rojnameyê diyar kir ku rêveberiya DYA`yê li şûna rêvebirina krîzên leşkerî yên kevneşopî ber bi bikaranîna amûrên bandora aborî û siyasî ve diçe, ku projeyên ji nû ve avakirin, enerjî û veberhênanê bi hebûna rasterast a DYA`yê ve girê dide.

 ‘BAŞÛRÊ LUBNANÊ DI NAVBERA AGIRBESTA SIST Û BANGÊN HIŞK DE’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku cih da rewşa agirbestê li başûrê Lubnanê diyar kir ku alozî dewam dike û metirsî hene ku qada şer berfireh bibe. Rojnameyê bal kişand ser bangewaziyên şêniyên bajarên Sûr û Nebetiyê ku fikarên xwe ji ber bandorên şer li ser jiyana xwe û siberoja herêmê anîn ziman. Hate gotin, ev bangewazî nîşanî zêdebûna daxwazên gel ên parastina sivîlan û ewlehiya herêmê ye. Hate destnîşankirin ku li gel van bangewaziyan nîqaşên li ser rola çek û bandora wê li ser rewşa ewlehî û civakî li başûr dewam dikin.

‘PÊDIVÎ BI HELWESTEKE CUDA YA KENDAVÊ HEYE’

Rojnameya El Xelîc ku cih da êrişên Îranê yên li ser Kuweyt û Behreynê, diyar kir ku ev êriş biryardariya Tehranê ya berdewamkirina polîtîkayên xwe yên dijminane yên li hember dewletên Kendavê nîşan dide.

Rojnameyê îşaret pê kir ku hedefkirina Balafirgeha Kuweytê û tesîsên din ên sivîl ku di encamê de kesek hat kuştin û bi dehan kes birîndar bûne, ji daxuyaniyên şermezarkirinê wêdetir, helwesteke yekgirtî ya Kendavê hewce dike.

Rojnameyê diyar kir ku êrişên domdar ên mûşek û dronan ên Îranê gefê li ewlehiya herêmê dixwin. Bang hat kirin ku divê stratejiyek hevbeş a Kendavê li ser bingeha prensîba ku ewlehiya dewletên Konseya Hevkariya Kendavê bi hev ve girêdayî ye û her êrişek li ser dewleteke Kendavê ji bo hemûyan tehdîtek e û bersivek yekgirtî hewce dike, hat kirin.