Xwediyên patozan daxwaza mazotê kir

Xwediyên patozan bang li aliyên têkildar kir ku di zûtirîn demê de mazotê li wan belav bikin û got ji destpêka demsala çinînê ve ew mazota biha bi kar tînin, ev jî barê wan giran dike.

Xwediyên patozan daxwaza mazotê kir
7 hezîran, 2026   07:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bi destpêka mewsima çinîna ceh, kemûn, gijnîj û nîskê ve xwediyên patozan (derase) ên herêma Aliyan a Çilaxayê bi pirsgirêka wernegirtina mazotê re rû bi rû ne.

Xwediyên patozan diyar dikin ku wan ji destpêka mewsima çandiniyê ve belgeyên xwe yên ji bo bidestxistina mazotê ya bidestek temam kirine, lê hîna jî mazot wernegirtine.

Her wiha destnîşan kirin ku ji ber ku wan hîna mazot wernegirtiye, neçar mane mazota biha bikirin ku buhayê lîtreyekê bi qasî 5 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ye. Ev lêçûnên xebitandina patozan giran dike.

Xwediyên patozan her wiha destnîşan kir ku hin patozan di hefteya yekemîn a çinîna ceh de derdora 700 lître mazota biha xerc kirine û texmîn dikin ku bi destpêka çinîna genim re di rojên pêş de xerckirin zêdetir bibe.

Li gorî xwediyên patozan, ji ber belavnekirina maoztê, hin kes cûreyên ne baş an ên bi kalîtya kêm dikirin, ev jî dibe sedem ku patoz xirab bibe û dihêle ku çinîn dereng bikeve.

Xwediyên patozan hişyarî dan ku belavnekirina mazotê heya niha bandorek neyinî li çinînê dike, nemaze ji ber pileya germê bilind dibe û metirsiyên rûdana şewatan zêde dibin.

Îbrahîm Omer xwediyê yê patozê ji gundê Alî Qews e diyar kir ku îsal bi saya barana baş, hilbirîn baş bû û got, her hektarek di navbera 20-30 kîs ceh derxistiye.

Omer anî ziman ku tevî hilberîna baş e jî lê xwediyên patozan ji ber wernegirtina mazotê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne, ji ber vê yekê neçar dimînin ku mazota buha bikirin, di hin caran de jî mazotê nebaş bi kar tînin û ev jî dibe sedema ku patoz xirab bibin û xebat dereng bikeve. Her wiha îşaret pê kir ku berdewama wernegirtina mazota bi destek dibe sedem ku hin patoz nexebitin an jî kiriya patozê zêde bikin da ku lêçûnên zêde telafî bikin.

Omer destnîşan kir ku belavkirina mazota bidestek li xwediyên patozan ne tenê daxwaza aborî ye, lê ji bo tebatiya mewsimê çinînê û lezandina wê pêdiviyek e û got, dema çinînê roleke bingehîn di parastina kalîteya hilbirînê û kêmkirina xisaran de dilîze.

Îbrahîm Omer da zanîn ku lêçûnên tamîrkirinê, heqdestê karker û ajokaran barên din li ser xwediyê patozan ne û anî ziman ku peydakirina mazotê dê van baran kêm bike û dê bihêle ku pirsgirêkên teknîkê yên patozan kêm bibin û çinîn zû derbas bibe. Ev jî dihêle ku sevî ji metirsiyên şewatan û rewşên hewayî werin parastin û qezencên baş bêne bidestxistin.

Rêveberiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê destpêka Gulanê buhayên nû yên mazotê diyar kiribûn. Li gorî wê lîtreyek bi 25 sentan anku 35 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

(bb)

ANHA