Panorama hefteyê: Xetereya Kampa Holê û nîşaneyên vekişîna Amerîka ji Iraqê

Li gel ku çareseriyeke navneteweyî tune ye, xetereya Kampa Holê zêde dibe ku malbatên DAIŞ`ê tê de dimînin. Li gorî çavdêran, vekişîna Amerîka ji Iraqê rê li pêşiya krîzeke herêmî vedike.

Panorama hefteyê: Xetereya Kampa Holê û nîşaneyên vekişîna Amerîka ji Iraqê
7 îlon, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYA

Mezinbûna xeterreya Kampa Holê, nîşaneyên vekişîna Amerîka ji Iraqê û guheritnên navneteweyî rojeva rojnameyên erebî di hefteya borî de bûn. 

ˋKAMPA HOLÊ BOMBEYA DEMOGRAFÎK A LI BENDA TEQÎNÊ YEˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser veguherîna xeterank a kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kampa penaberên demkî ber bi cihekî gefan li îstîqrara xwecihî û herêmê dixwe, nivîsand.

Rojnameyê agahiyên ku pisporan dane parve kirin ku rewşa li kampê "bombeya demografîk a li benda teqînê ye", ku di kampê de bi hezaran malbatên xwedî îdeolojiyên tundraw hene. Ev dihêle kamp bibe çavkaniya gefên gengaz ên teqînên ewlehî û civakî, ne tenê li hundirê kampê, lê heta derveyî sînorê Sûriyeyê jî.

Rojnameyê diyar kir ku "Nebûna destwerdana navneteweyî ya cidî xeteriya veguherîna kampê ber bi zemîneke çekdar a hundirîn ve zêde dikir. Di navbera şaneyên tundraw de alozî hene û kiryarên siûqastkirinê pêk tînin, çanda tundiyê belav dikin. Ew yek barê Rêveberiya Xweser a Kurd di dîsplînkirina rewşê de girêk û girantir dike û gefan li îstîqrara herêmî dixwe.

Rêveberiya Xweser bi tenê barê birêvebirina vê kampa herî girêktir hildigire, digel wê piştgiriya navneteweyî ya aktîv tune ye. Ruxmî kampanyayên ewlehiyê yên dorveger ku Hêzên Sûriya Demokratîk pêk tîne, hewldanên qetilkirin, ketinê û têkbirina şaneyên razayî beşek ji dîmena rojane ye."

Rojnameyê da zanîn ku ev zexta zêde, lawaziya kontrola ewlehî zêdetir dike, bi taybet kamp li herêmeke ku tê de aloziyên herêmî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Tirkiyeyê de ji aliyekî ve û veşartgehên rêxistina DAIŞˊê ya li çolistana Sûriyeyê ve belav in.

Rojnameyê destnîşan kir ku piranî dewletên rojavayî, ji ber metirsiyên ewlehî û siyasî, vegera welatiyên xwe; jin û zarokan red dike. Bi wê re ev kesên li kampê wisa dimînin ku ne dîlên şer, ne penaberên werin parastinê, ne tawanbarên li pêş dozgeriyê ne.

Li gorî rojnameyê ev valahiya qanûnî valahiya ewlehî xurt dike, ku kampê vedigerîne qadeke vekirî ya hilweşînê.

GELO SERDEMA LIHEVKIRINÊN DI NAVBERA AMERÎKA Û ÎRANÊ DE LI IRAQÊ BI DAWÎ BÛYE?

Al Quds El Erabî li ser siberoja hebûna Amerîkayê li Iraqê nivîsî û pirs kir, gelo sedema lihevkirinên gewr ên di navbera Amerîka û Îranê de li Iraqê bi dawî bûye?.

Rojnameyê destnîşan kir ku "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike ku vekişîna hêzên xwe ji deverên girîng ên wekî baregeha Eyn El Esed û balafirgeha Bexdayê ragihîne û ji nû ve li hundirê Îraqê bi cih bibe, ev jî di nav Iraqê de bû cihê gengeşeyê."

Rojnameyê nivîsî ku partiyên desthilatdar sedemên vekişînê fam dikin, lê raya giştî di rewşek nezanî û nezelaliyê de ye. Piraniya bêdeng jî bawer dikin ku ev gav dê arîşeyeke mezin li herêmê çêbike, bi aybet dibe ku pevçûnek leşkerî di navbera Îran û Îsraîlê de rû bibe.

Rojnameyê nivîsî ku ev vekişîn pirsekê derdixe holê, ew jî ka dê Iraq karibe aramiyê pêk bîne bêyê ku têkeve nava nakokiyên berdewam ên herêmê.

ˋCÎHAN LI PÊŞBERÎ SANCIYEK NÛ YE: ŞER AN AŞTÎˊ

Rojnameya El Xelîc behsa veguhertinên di pergala cîhanî de pêk tên kir û diyar kir ku cîhan di qonaxeke fikar û parçebûna qanûnên navneteweyî de dijî.

Rojnameyê destnîşan kir ku cîhan li pêşberî "sanciyeke nû ye, dibe ku ya dawî be", yan ber bi şer ve yan jî ber bi aştiya rasteqîn ve ku mafên gelan ên jiyana ewleh bê misogerkirin û timayên hin hêzên dixwazin welatên cîranê xwe kontrol bikin bên bidawîkirin.

Rojnameyê aşkera kir ku pêwîstî bi beşdarbûna tevahî herêman di sazkirina siberoja pergala navneteweyî de heye û biryar tenê ji hêzên mezin re neyê hiştin û diyar kir ku: "Wê piştî sanciyê hêzên mezin wê biryara ku cîhan bikeve kîjan rêyê bide, lê divê biryar ne yekalî be, tevahî herêm tev lê bibin, dengê xwe bilind bikin û di beşdarbûnê de biryardar bin."