"Şehîd Emîna Elî nimûneya rojnamevana azad bû"

Cîgira Hevseroka Dayreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Ezraa El Saado, têkoşer û rojnamevana şehîd Emîna Elî bi bîr anî û got ku wê "ne li şer, lê li azadiya gelê xwe, bi taybetî jinan, digeriya

"Şehîd Emîna Elî nimûneya rojnamevana azad bû"
7 îlon, 2025   04:05
REQA
MIZGÎN ELÎ

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku şevana wan Sara Dilsoz (Emîna Elî), di 18`ê Adara 2020`an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû. Emîna Elî di sala 2017`an de wekî nûçegihana ajansa me dixebitî berî ku di sala 2018`an de tevlî refên grila bibe.

Cîgira Hevseroka Dayreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Ezraa El Saado serbilindiya xwe têkoşîna rojnamevan Emîna Elî anî ziman û li ser navê xebatkarên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbata wê re xwest.

Ezraa El Saado, "Emîna mînaka jineke azad, bi hêvî û zana bû. Wê exlaqê bilind bi giyanê hevaltiyê re kirin yek. Bi xebata xwe ya ragihandinê karîbû dengê gel bigihîne û di serdemek girîng a dîroka bajarê Reqayê de, rastiyê belge bike."

Ezraa destnîşan kir ku şehîd Emîna bi kûrahî bi raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve bandor bûye û got, "Wê her tim digot ku ew dixwaze biçe çiyayên Qendîlê, ne ji bo lêgerîna şer, lê ji bo azadî û xwerizgarkirinê, û da ku karibe roleke bibandor ji rizgarkirina jinan ji her cûre neheqî, tundî û qedexeyên civakî de bilîze. Wê digot ku armanca wê ya sereke rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalar û adetên kevnar ên ku azadiya wan asteng dikirin bû."

Ezraa El Saado wiha zêde kir, "Şehîd Emîna, mîna gelekên din, di dema dagirkirina Reqayê ji aliyê DAIŞ`ê ve rastî zilm û zordariyê hat, vê êşê hişt ku ew tevlî tevgera azadiyê bibe û beşdarî avakirina civakek azad û demokratîk bibe."

Ezraa wiha domand, "Bi xebata xwe ya ragihandinê piştî rizgarkirina bajarê xwe, wê roleke girîng di eşkerekirina sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan de lîst, dûv re jî bal kişand destkeftiyên jinan û rola wan di avakirina civakek nû de."

Ezraa diyar kir ku şehîd Emîna bû dengek azad û sembola têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi vîn, kamêre û pênûsa xwe, ew bû nimûmeya rojnamevaneke azad a ku bi pirsgirêkên civaka xwe ve girêdayî ye, wê rastî hilgirt û ji bo wê şehîdbû.

 Rojnamevan Ezraa El Saado axaftina xwe wih bi dawî kir "Nûçeya şehadeta wê bi êş bû, lê ji bo me hemûyan çavkaniya serbilindiyê ye. Wê soza xwe pêk anî û heta dawiyê di rêya têkoşînê de meşiya. Em serbilind in ku ew yek ji me bû. Em ê li ser rêya wê bidomînin, û em soz didin ku rêya azadî û têkoşîna ji bo jin û civakê bidomînin heta ku azadî û demokrasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were."

(k)

ANHA