Panorama hefteyê: Tevgerên herêmî yên der barê girêbestên li ser hesabê gelan

Serokên Tirkiye û Îranê ruxmî nakokiyên wan der barê hin dosyayên din de li ser dijbertiya Kurdan li hev kirin, serokê MÎTˊê tevgerên xwe li Iraqê ji bo pêkanîna girêbestan zêde kirin, her wiha DYAˊyê jî girêbesta xwe bi dewleta Tirk re der barê balafirên F-16ˊan pêk anî.

Panorama hefteyê: Tevgerên herêmî yên der barê girêbestên li ser hesabê gelan
28 ÇILE, 2024   02:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de li ser hevdîtinên herêmî, lêkolînkirina li ser girêbestan li ser hesabê gelan; ji wan nêzbûnên Îran û Tirkiyeyê, Iraqê û Tirkiyeyê, Amerîka û Tirkiyeyê, kir.

ˊERDOGAN Û REÎSÎ: Lİ SER SERÊ KURDAN Lİ HEV KİRİYE Û Lİ SER SÛRİYE Û AZERBEYCANÊ NAKOK İN ˊ

Rojnameya El Ereb têkildarî serdana serokkomarê Îranê Reîsî ya ji bo Enqereyê nûçeyek bi sernavê “Erdogan û Reîsî: Li ser serê Kurdan li hev kiriye û li ser Sûriye û Azerbeycanê nakok in" nûçeyek nivisî.

Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyî xwe yê Îranê Îbrahîm Reîsî re çarşemê li Enqereyê civiya. Li gorî rojnameyê, her du aliyan li ser şerê Kurdan li hev kiriye, lê belê ji bo berjewendiyên xwe yên li Sûriye û Azerbeycanê nakok in.

ˊHEVDÎTİNÊN BİGUMAN ÊN SEROKÊ ÎSTİXBARATA TİRK (MÎT) Lİ GEL RAYEDARÊN SİYASÎ YÊN İRAQÎˊ

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê “Hevdîtinên biguman ên serokê îstixbarata Tirk (MÎT) li gel rayedarên siyasî yên iraqî" nivisî.

Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kiriye ku serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li gel rayedaryên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê civiyaye, lê sedem û armanca serdanê aşkera nekirin, tenê daxuyand ku civîn di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dualî yan jî nîqaşkirina geşedanên ewlehiyê yên li herêmê de, nemaze şerê li Xezayê û encamên wê yên xetere, li dar ketiye.

Lê belê rojnameyê diyar kir ku firhekirina daîreya hevdîtinan û lidarxistina civînan bi kesayetên siyasî yên girîng ên li Iraqê re, gelek pirsnîşanan têkildarî erka Kalin derxistin pêş; gelo bi sifeta serokê îstixbaratê yan jî wek şandeyekî taybet ê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatiye Iraqê û gelo naveroka nameya ragihandiye Iraqê çi ye?

Rojnameyê bi bîr xist ku 40 sal e Tirkiye bêyî koordîneyê bi desthilata Iraqê re bike, baregehên sabît li axa Iraqê ava kirin, serdestiya welêt binpê dike, lê belê li hember wê jî ji aliyê hikumeta Iraqê ve tu tedbîrên cidî nayên girtin.

 ‘NÎŞANEYÊN KU TIRKIYE PIŞTÎ ERÊKIRINA ENDAMTIYA SIWÊDÊ F-16’AN BI DEST BIXE’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkilarî têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê nûçeyek parve kir û diyar kir ku piştî ku parlamentoya Tirkiyeyê protokola tevlêbûna Siwêdê di NATO`yê de erê kir, nîşaneyên erênî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve derketin ku êdî bidestxistina Tirkiyeyê ya balafirên F-16 ên Amerîkayê hêsantir bûye.

 ‘BI PIRANIYA DENGAN DEMOKRATAN PIŞTGIRIYA CUDAKIRINA HER DU DEWLETAN KIR’

Tora El Hura di nûçeya xwe de cih da civîna Kongreya Amerîkayê ya çarşemê li dar ketiye û got bi piraniya dengan endamên Partiya Demokrat piştgiriya daxuyaniyekê da ku DYA piştevaniya cudakirina her du dewletan dike, ji bo ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bi dawî bibe.

Li gorî torê, ji 51 demokratan 49’an piştgiriya çareseriyekê ji bo cudakirina dewleta Îsraîl û Filistînê kiriye ku mayîna Îsraîlê wek dewleteke Cihûyan a demokratîk û ewle û hêviyên rewa yên filistiyan jî di dewletê de dabîn dike.