Panorama hefteyê: Sûriye rû bi rûyî şerekî pirralî ye

Rojnameyên erebî di hefteya borî de di weşanên xwe de cih dan bombebaranê Îsraîlê ya li ser balyozxaneya Îranê ya li Şamê, hilbijartinên xwecih ên Tirkiyeyê û rageşiya di navbera Îsraîl û Washingtonê.

Panorama hefteyê: Sûriye rû bi rûyî şerekî pirralî ye
7 nîsan, 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

XETÊN SOR LI PÊŞIYA ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI SER FERMANDARÊN PASDARÊN ÎRANÊ YÊN LI SÛRIYEYÊ TUNE NE

Rojnameya El Ereb El Londoniye der barê êrişa Îsraîlê ya li ser konsolxaneya Îranê ya li Şamê de nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hedefkirina fermandarekî Pasdarên Îranê li konsolxaneya Îranê ya li Şamê, aşkera dike ku Îsraîlê ji bo tesfiyekirina fermandarên Pasdarên Îranê yên li baregehên veşartî tan di hundirê navendên dîplomasiyê de, dixebite.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Li gorî çavdêran, Îsraîl guh nade xetên sînor, di êrişên xwe yên li ser çalakiyên Pasdarên Îranê û Hizbullahê yên li Sûriyeyê de, baregehên dîplomatîk jî dike armanc. Ev tevger dihêle ku Îsraîl Îranê bixe rewşeke tevlihev ku nekare ne bersivê bide û ne jî dixwaze dest ji destkeftiyên mezin ên ku bi navê piştevaniya serok Beşar Esed bi dest xistine, berde.”

HILBIJARTINÊN XWECIH ÊN TIRKIYEYÊ: YÊN TEQAWIDBÛYÎ PARTIYA DESTHILATDAR CEZA DIKIN Û MÛXALEFET JI NÛ VE ZINDÎ DIBE

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê hilbijartinên xwecih ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de nûçeyek  weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hilbijartinên xwecih ên Tirkiye, di serî de partiya serdest AKP’ê, tevahî partiyên siyasî, çavdêr û şopdar matmayî kir.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku di hilbijartinan de CHP’ê li gelemperiya Tirkiyeyê û bajarên mezin bi ser ketiye, lê AKP’ê ya ku bajar û bajarok ji dest dan, ji 22 salan ve mîna vê paşdeçûnê nedîtiye.

Rojnameyê binkeftina AKP’ê spart 3 sedeman û ev nirxandin hat kirin "Sedema yekemîn rewşa aborî û zêdebûna bihayan e ku bi awayekî mezin paşde çûye û bandor li rewşa debarê ya welatiyan kiriye. Sedema duyemîn jî girêdayê hevalbendiya CHP û DEM Partî ya Kurdan e. DEM Partiyê li bajarên mezin bi taybetî li Stenbolê dengê xwe dan namzetên CHP’ê.   Sedema sêyemîn jî pêşketina Partiya Rafahê ye. Rafahê karibû dengan ji destê mûhafezkarên îslamî derbixe û giha rêjeyeke baş ku bandor li AKP’ê kir."

‘FIŞAR LI SER NETANYAHU ZÊDE BÛ Û BIDEN GOT ŞER NIHA RAWESTÎNE’

Der barê şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de rojnameya El Exbar a Lubnanê ku agahiyên xwe spartin gelek çavkaniyan, diyar kir ku serokê Amerîkayê Jeo Biden ji destpêka şerê li Xezayê ve cara yekemîn e ji Netanyahu re dibêje şer yekser rawestîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gel wê, fişarên Amerîkayê yên li ser Til Evîvê zêde bûn û îhtîmal heye Îsraîl tawîzên mezin bide. Têkildarî mijarê rojnameyê axaftina rayedarekî Hemasê bi bîr xist ku amerîkî û misirî dixwazin dan û standin berdewam bike, ruxmî ku her du alî gelek ji hev dûr in û tiştekî nû di pêşniyara Misirê de tune ye ku vê dawiyê kiriye.

(şx)