’Rêbertî girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda ronakbîrî û çandî’

Rewşenbîr Mihemed Nûrî El Ehmed û Ehmed Heyder diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navenda ronakbîrî û çandî ya neteweyî û got, "Her çiqas tecrîdê giran dikin israr û berxwedana gel a ji bo pêkanîan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe."

’Rêbertî girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda ronakbîrî û çandî’
7 nîsan, 2024   02:35
HESEKÊ

Rewşenbîrên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêngava azadiyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakvanê siyasî yê Kurd Mihemed Nûrî El Ehmed destnîşan kir ku hêzên serdest ên li Tirkiye û hêzên komploger  ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ê ku banga jiyana hevbeş dike ditirsin, lewma tecrîda li ser wî giran dikin.

Mihemed Nûrî El Ehmed diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan tevahî pêkhateyên herêmê (Ereb, Kurd, Suryan û Asur) li gorî bingehên jiyana hevbeş kir yek.

Mihemed Nûrî El Ehmed bal kişand ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan jinên Kurd û Ereb ji zihniyeta baviksalar rizgar kirin.

El Ehmed têkildarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan  got: "Li seranserî cîhanê bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibe. Li gel tecîrda giran a li ser Rêbertî civak bi awayekî mezin ramanên Rêbertî lêkolîn dikin."

Çalakvanê siyasî yê Kurd Mihemed Nûrî El Ehmed nebûna helwesta Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî dawaza gel spart berjewendiyên wan û girêdana wan bi siyasetên alîgirên wê  ve û got: "Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li gorî berjewendiyên dewletên ku destekê didin wan dixebitin, ji ber vê yekî jî em dibînin li hemberî daxwazên gel kor û lal in."

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Heyder jî got: "Her çiqasî desthilata Tirk zextê li Rêber Abdullah Ocalan bike û tecrîda li ser wî giran bike, îsrar  û îradeya me ya berxwedanê ya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî zêde dibe. Gelek caran îsbat bûye ku berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne."

Ehmed Heyder bal kişand ser serhildana gelê Wanê ya li hemberî desthilata dewleta Tirk û got: "Desthilata Tirk hewl da dest deyninê ser şaredariya Wanê ku namzetê DEM Partî bi serketibû, lê gelê Bakurê Kurdistanê karibî mafên xwe vegerîne û derbeyek giran li dewleta Tirk xist."

(bb)

ANHA