Pakistan: Di şer de 51 kes hatin kuştin

Artêşa Pakistanê ragihand ku di pevçûnên hefteya borî yên bi Hindistanê re, 40 sivîl û 11 leşker mirine, her wiha 121 kes jî birîndar bûne.

Pakistan: Di şer de 51 kes hatin kuştin
13 gulan, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pakistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku "hefteya borî di pevçûna herî kujer a di navbera Hindistan û Pakistanê de di dehsalan de 40 sivîl û 11 leşker hatine kuştin."

Li gorî daxuyaniya artêşê,  ji kuştiyan 7 jin û 15 zarok hene û 121 kes jî birîndar bûn ku di nav de 10 jin û 27 zarok hene.

 Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi duh hişyarî da Pakistanê ku eger êrişên nû li ser Hindistanê werin kirin, New Delhi dê dîsa "stargehên terorîstan" li seranserê sînor bike hedef.

(bb)