Êrişên Rûsya û Ukraynayê tevî hewldanên ji bo hevdîtina Pûtîn û Zelensky jî didomin

Tevî hewldanên agirbestê jî, Rûsya û Ukraynayê êrişî hev kir. Ukraynayê rastî 133 êrşan hat, Rûsyayê jî li başûr êrîşeke bi dronan pûç kir.

Êrişên Rûsya û Ukraynayê tevî hewldanên ji bo hevdîtina Pûtîn û Zelensky jî didomin
13 gulan, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya û Ukraynayê duh dest bi tundî êrişî hev kir, tevî hewldanên agirbestê û dan û standinên rasterast di navbera lîderên her du welatan de.

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ya li Kîevê ragihand ku Ukraynayê roja Duşemê rastî 133 êrişên Rûsyayê hat ku 50 ji wan li nêzî bajarê Pokrovskê yê herêma Donetsk a li rojhilatê welêt hatin şikandin.

Her wiha 45 êrişên hewayî yên Rûsyayê û hejmareke mezin êrişên bi dronên xwekuj jî li deverên cuda hatine kirin.

Li Rûsyayê, li herêma Rostovê ya li başûrê welêt, bi şev êrişa bi balafirên bêmirov pêk hat bêyî ku tu ziyan çêbin.

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku îhtimal heye ku ew biçe Tirkiyeyê û beşdarî hevdîtinên di navbera serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û hevtayê wî yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de bibe.

Zelensky îhtîmala tevlêbûna Trump pêşwazî kir, her wiha banga agirbesteke berfireh kir û piştgirî da dan û standinên rasterast bi Pûtîn re roja Pêncşemê li Stenbolê.

Her çi qas Pûtîn bi xwe dem û cîhê dan û standinên rasterast pêşniyar kir jî, lê hîn ne diyar e ku ew bi xwe dê beşdarî wan hevdîtinan dibe yan na.

(k)