9 belavkar û firoşkarên hişbirê hatin destgîrkirin

Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Reqayê yek û Tebqayê 8 kesên ku madeyên hişbir belav dikirin û difirotin, hatin destgîrkirin.

13 gulan, 2025   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku li Tebqayê di 5’ê Gulanê de li dijî toreke ji 8 kesan pêk tê ku belavkarî û firoşkariya madeyên hişbir dikirin, operasyon li dar xistine û bi ser malên wan de girtine.

Li gorî daxuyaniyê, her heşt endamên komê di dema serdegirtina malan de hatine destgîrkirin û gelek madeyên hişbir jî pê re hatine desteserkirin; 3354 hebên Captagon, 5 kefên macûna heşîşê, 1160 hebên cur bi cur, çekek nêçîrê, 3 demançe, 11 guleyên tifingan, alavên bikaranîna hişbirê û miqdareke pere.

Piştî ku lêpirsîn bi dawî bûn, bersûc ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.

LI REQAYÊ BIKARHÊNEREK HATE DESTGÎRKIRIN

Her wiha di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Reqayê di 12’ê Gulanê de bikarhênerekî madeyên hişbir hate destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya têkildarî destgîrkirinê, li gel kesê gumanbar 400 hezar lîreyê Sûriyeyê, 2,13 gram heşîş, 156,11 gram krîstal mîs, demançeyeke 9mm û 15 mermiyên wê, 2 mêzînên elektronîk û alavên bikaranîna hişbirê hatine desteserkirin.