Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

Bi piraniya dengan di tura duyemîn de namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê nû yê Iraqê.

Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê
11 nîsan, 2026   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî nîvro hilbijartina ji bo 18 namzetên Serokomariya Iraqê destpê kiribû. Piştî di tura yekem de ti encam nehate bidest xistin niha tura duyemîn destpê kir.

Ji 329 dengdan 252 deng amade bûn ku dengê xwe bidin.

Di tura yekem de namzetê YNK’ê Nizar Amêdî 208 deng bi dest xist û namzetê PDK’ê Fuad Husên 17 deng û namzetê Yekgirtuya Îslamî Musena Emîn 17 deng bi dest xist.

Di tura duyemîn de, bi piraniya dengan e namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê nû yê Iraqê.