PAK: Îranê êrişî me kir

 Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) îdia kir ku danê siharê artêşa Îranê birêya balafira bê mirov û mûşekan êrişî baregeha wan ya li Hewlêrê kiriye.

PAK: Îranê êrişî me kir
21 ÇILE, 2026   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê îdia kir ku artêşa Îranê êrişî baregeha wan ya li Hewlêrê kiriye. Li gorî daxuyaniyê êriş bi rêya mûşek û balafira bê mirov ve hatiye kirin.

Her wiha hate gotin ku di encama êrişê de pêşmergeyek  PAK’ê yê bi navê Mihemed Salih Mihemed jiyana xwe ji dest daye.

Der barê êrişê de heya niha hikumeta herêmê ti daxuyaniyek nedaye.