PAJK: Hevrê Nujiyan navê xwe dîroka têkoşîna me nivîsandiye

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku Nujiyan Amed ji bo paradîgmaya Apoyî ya ku heya dawî jê bawer kirî, têkoşîn meşand û wiha got: “Hevrê Nujiyan bi tekoşîna xwe ya bênavber wek kesayeta mîlîtan a Apoyî, navê xwe bi ked û fedekariya xwe ya mezin li dîroka têkoşîna me nivîsandiye”

PAJK: Hevrê Nujiyan navê xwe dîroka têkoşîna me nivîsandiye
7 îlon 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyniyekî şehîd Nujiyan Amed (Salîha Akbiyik) bi bîr anî û got: “Hevrêya me, mîlîtana pêşeng ya Têkoşîna Azadiya Jinê Nujiyan Amed (Salîha Akbiyik) piştî têkoşîna 30 salan a bênavber tevlî karwanê şehîdan bû.”

Daxuyanî wiha ye:

“Hevala Nujiyan, di pêvajoyeke ku Tevgera Azadiya Jin ber bi pêngavên mezin ve diçû de, têkoşîna xwe gihandîbû asta herî jor. Di sala 1993’yan ku bi şehadeta Hevrê Bêrîtan re Rêber Apo perspektîfa artêşbûna jinê daye destpêkirin de, wek ferdekî westanê nas nake û di refên herî pêş ên têkoşînê de cihê xwe digire.

Hevrê Nujiyan di tekoşîna xwe ya 30 salî de dema pêwîst kir di xebatên leşkerî de di nava refên herî li pêş de cih girt. Dema pêwîst kir wek fermandarekî jin di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de navê xwe di Tevgera Azadiyê de da nivîsandin. Dema dihat xwestin, xebatên siyasî û civakî jî da meşandin.

Hevrê Nujiyan ji bo paradîgmaya Apoyî ya ku heya dawî jê bawer kirî, têkoşîn meşand, parêzvaniya siyasî kir û bû yek ji damezrînerên jiyana azad.

Hevrê Nujiyan bi tekoşîna xwe ya bênavber wek kesayeta mîlîtan a Apoyî, navê xwe bi ked û fedekariya xwe ya mezin li dîroka têkoşîna me nivîsandiye. Hevrê Nujiyan zanîbû di dilê civakê de cihê xwe bigre, para xwe wek Hevrêya Hevrêyan ji heqîqetê bigre. Xwe di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de her ku çu kûr kir, ezmûna xwe bihêztir kir û di sekna jina azad de her roj zêdetir bû xwedî hêz. Li gel van hemûyan di hemû kar û xebatên xwe de girîngî daye xebatên ziman, çand û perwerdeya civakî. Tam jî li dijî zîhniyeta faşîst a AKP-MHP a ku li hemberî Kurdî qedexeyan ferz dike, li dijî yên ku dest avêtiye nirxên çandî û govendê, li dijî ya ku heman demî civaka Kurd bi asîmîlasyonekî mezin re derbas kiriye û hewl dide li ser navê Kurdbûnê tiştek nehêle re bûye xwedî helwest û sekna mezin.

Ji bo ciwanên Kurd li dijî her cûre êrîşên li ser çand bêne perwerdekirin, ji bo bikarin li ser ziman û çanda xwe şîn û geş bibin bo xwediyê kedekî mezin. Li hemberî her cure pêkanînên qirker û faşîzan xwe bi arastekirinê re sînordar nehişt, her mirovê ku nêzî wê bûyî re jî vê zanebûnê parve dikir.

Hevrê Nujiyan di jiyanê de her tim bi Kurdî axaftinê re, bi terzê jiyana Kurdewarî de israrkirinê re, di kesayeta xwe de mayînde û jîndar kirinê re li her çar aliyê Kurdistanê bê rawestan kar û xebat meşand, ji bo hevrêyên xwe bo mînak. Bi vê seknê re ji jin û ciwanên Kurd re di mijara tekoşîna li dijî pêkanînên qirkirina çandî de bû rêzaneke mezin.

Hevrê Nujiyan bi hişyarbûn, hesasiyet û enerjiya mezin a jin xwe beşdarî hemû kar û xebatan kir. Di wêjeya wê de ‘nabe’ tunebû, ‘wê çawa bê kirin’ hebû. Çavên wê yên diberiqîn teyisandina têkoşîna şoreşgerî ya 30 salan bû. Di pêşengtiya jin de her ku çû xwe kûr kir, her ku çû, bû fermandarek milîtan a pêşeng a Tekoşîna Azadiya Jinê. Xwe di terzê fermandariya jin de kûr kir û ferqa xwe danî holê. Hevrê Nujiyan bû navê bedewî, sadebûn, dilovanî û hîsiyata jinê.

Hevrê Nujiyan ku di encama êrîşên nemerdane yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de gihişte şehadetê, bi têkoşîna xwe ji me re mîrateyekî mezin ê berxwedaniyê hiştiye. Îro berxwedaniya bêhempa ya ku gerîla di bin fermandariya hevrê Nujiyan de nîşan dide, rejîma faşîst mehkûmî windakirinê kiriye. Rejîma şerê taybet ku di warê civakî û siyasî de bi ti awayî meşruyeta xwe nemaye, li her qadê êrîşên xwe zêde kiriye û hewl dide kêliyên dawî yên hebûna xwe domdar bike. Pergala Qirkirina Îmralî ya li ser Rêber Apo tê meşandin bi awayek kûrkirî berdewam dike. Rojane bi dehan jin ji aliyê kujerên zilam ên dewletê birêxistinkiriye û piştgirî dide ve têne qetilkirin. Li Kurdistanê jî bi piştgiriya îxanet û nokertiya PDK-HÛDAPAR re êrîşên qirkirinê yên leşkerî û çandî berdewam dikin. Êrîşên nîjadperest li ser karkerên Kurd berdewam dike. Mirov ji ber ku Kurdî axivîne têne qetilkirin, ji ber ku nirxên xwe yên çandî parastine di girtîgehan de dîl têne girtin. Yekane rêya ku van êrîşan vala derbixîne, weke Hevrê Nujiyan ji berê xwe dayîna azadiyê derbas dibe. Li dijî pêkanînên faşîzan ên ku jiyana tevahî jin û ciwanên Kurdistanê her diçe tengav dike, berê xwe dayîna qadên jiyana azad, têkoşîn û berxwedanê mirov dikare bibe layiqê Hevrê Nujiyan.

Em jî car din soza bilindkirin û pêşxistina berxwedaniya bi têkoşîn û sekna Hevrê Nujiyan hatî ronîkirin, didin. Em soza Şoreşa Jin a bi Jiyana Azad tacîdarkirinê dubare dikin. Em di serî de ji malbata Hevrê Nujiyan re, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwazin.”