Li Derayê teqîn: 5 kes birîndar bûn

Li bajarê Derayê teqîneke çêbû. Di encama teqînê de 5 kes birîndar bûn.

Li Derayê teqîn: 5 kes birîndar bûn
7 îlon 2024   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh derengî şevê li nêzî Çerxerêya li bakurê bajarê Derayê mayînek teqiya.

Li gorî medyayên ser bi hikumeta Şamê ve di encama teqînê de jinek û zarokek jî di nav de  5 kes birîndar bûne. Hate zanîn ku birîndar birin nexweşxaneyên Dera ya Nîştimanî û Rehma ya taybet.

(bb)