‘Pabendiya gel a bi xaka xwe dê planên dagirkeriyê têk bibe’

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Heza Mihemed destnîşan kir ku şêniyên herêmê fêm kiriye plan û armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çi ne û got “Em nahêlin ev planên dagirkirinê bigihêjin serî. Em dev ji axa xwe bernadin û dê planên wan têk biçin."

‘Pabendiya gel a bi xaka xwe dê planên dagirkeriyê têk bibe’
‘Pabendiya gel a bi xaka xwe dê planên dagirkeriyê têk bibe’
‘Pabendiya gel a bi xaka xwe dê planên dagirkeriyê têk bibe’
‘Pabendiya gel a bi xaka xwe dê planên dagirkeriyê têk bibe’
28 gulan, 2024   06:17
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di Gulanê de êrişên li dijî gundên nêzî eniyên dagirkirî zêde kirin. Bi tank û topan, ew gund topbaran kirin. Di encamê de ji gundê Um El Beramîl û El Mixlet şênî şehîd bûn û zirarên madî li mal û milkên wan bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Heza Mihemed got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam in. Di vê demê de bi destpêkirina mewsima dirûna genim, ceh, kemyon, nîsk û gelek berhemên din re, êrişên xwe zêde dike û tevgera cotkaran asteng dike.”

Şêniyên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê, debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan dikin. Ev her du sektor bingeha aboriya herêmê ne. Dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê xwest tevgera çandiniyê li gundên nêzî eniyên şer bi temamî asteng bike û ji bo wê mayîn bi cih kirin, cotkar û jeneratorên çandiniyê kirin hedef, her wiha bi topbarankirinê zeviyên li eniyên şer şewitandin.

Ji ber wê cotkar neçar man rûbera çandiniyê kêm bikin, da ku zirarên ji ber topbaranê sivik bikin.

Heza Mihemed got: "Şêniyên herêmê dev ji axa xwe bernadin. Ruxmî ku rûbirûyî êrişên hovane ne. Êdî dizanin çima dewleta Tirk a dagirker êriş dike û armanca wê ji van êrişan çi ye. Lê ew nahêlin dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê bibe serî.”

Li eniyên şer ên rojhilatê Girê Spî, bajarê Eyn Îsayê û heta rojavayê kantonê, gundên Tirwaniye, Um El Beramîl, Xazlî, Fatse, Mişrefe Eyn Îsayê, El Iheymir, Gultepe, Cirin, Hiriye, Erîda, Xirbet El Beqer, Sewan, Xez Elî û Zinar hene.

(şx)

ANHA