Şervanên azadiyê li Metînayê dersên berxwedanê didin - HÊVÎDAR XALID

Şervanên azadiyê li Metînayê dersên berxwedanê didin - HÊVÎDAR XALID
28 gulan, 2024   03:45

Piştî êrişa dawîn a dewleta Tirk a dagirker a li çiyayên Metîna yên Başûrê Kurdistanê ya li dijî gerîla, ev demek e navê Metîna bûye manşêta rojnameyên erebî, kurdî û herêmî û hîna wisa di rojevê de ye.

Metîna yan jî çiyayên Metînayê, herêmeke çiyayî ya asê ye. Ji bo baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Hêzên Parastina Gel (HPG), xwedî stratejiyeke mezin û girîng e. Ji bo dewleta Tirk a dagirker jî girîng e. Ji ber wê, êrişên xwe yên hovane li dijî gerîlayên azadiyê bê navber didomîne da ku herêmê kontrol bike, dagir bike û dûre baregehên xwe li wir ava bike û dawiyê hegemonyaya xwe berfirehtir bike.

Ji 16`ê Nîsanê ve, dewleta Tirk bê navber bi taktîkên cuda, bi dron, bi balafirên şer û çekên giran êrişî Metînayê dike. Lê gerîlayên HPG`ê, li hember wan êrişên dagirkirinê bendeke asê ne û destanên lehengiyê û fedakariyê dinivisîn. Çiyayên Metîna bi heybeta xwe û gerîlayên xwe yên leheng li hember êrişan sekinîn û dersek da leşkerên Tirk û derbên giran li wan dan. Wekî tê zanîn di zimanê erebî de tê gotin "Her tiştê hişk û qewîn metîn e". Metîna jî ji vê wateyê hatiye ku li hember êrişan hişk û qewîn e.

Gerîlayên azadiyê yên jin her kêliyekê li çiyayê Metîna yê asê li hember tevahî êrişker û zehmetiyan berxwedaneke dîrokî raber dikin. Guh nadin efên rayedarên Tirk ku dê wan tune bikin. Ew teslîm nabin. Her roj, her deqeyek û her xulekek, canê xwe dixin ber xetereyê da ku bigihêjin armanca xwe ya ku ji bo wê derketine.

Beriya çend rojan, dîmenek belav bû ku gerîlayek li çiyayên Kurdistanê şer dike. Çek hildaye û çenteya wê ya leşkerî li piştê ye. Tevî şert û mercên herî dijwar jî û ruxmî ku derfetên bingehîn ên jiyanê li wir kêm in, rûken e. Li pêşiya kamerayê bi baweriyeke mîna wê tune ye, diaxivî û digot: "Dijmin li her derê ye, li her cihê ku dijmin lê hebe divê berxwedan hebe." Bi wan gotinan, bi vîn û îsrara xwe û ya hevalên xwe rave dikir ku têkoşînê û berxwedana ji gelek salan ve dimeşînin, bê navber berdewam e.

Gerîlayên rizgariya Kurdistanê îro bûne hêzek ku hesab jê re tê kirin. Ez bawer nakim ku kesek li vê cîhanê, her çi qas xurt be û derfet li cem hebin, bikare vê berxwedana destanî rawestîne û nehêle ev leheng gel, ax û doza xwe ya adil biparêze. Her car gerîla îsbat kir ku bi têkoşîna xwe ya berdewam, dê sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker a ku êrişî Kurdan dike, wan dikuje û berxwedana wan têk dibe, bê bersiv nehêlin.

Ji êş û zehmetiyan, hêviyê diafirînin. Ji ewrên tarî, ronahiyê dibişkivînin. Bi cesaret û qehremanî li hember zehmetiyan li ber xwe didin. Vîna xwe saxlem dihêlin û ber bi serkeftinê ve dimeşin. Berxwedana ku şoreşgerên Kurdistanê li çiyayên azadiyê nîşan didin, mîna wê li cîhanê tune ye. Morha ku dê li îro û pêşerojê bihêlin, dê her tim diyar bin.

Berxwedana gerîla ya li Metîna û çiyayên Kurdistanê gotina "Tirkiye dê gerîla li çiyayên Kurdistanê tune bike û koka wan biqedîne" ji holê rakir. Fedakarî û xwîna li çiyayên Metînayê hatiye rijandin, ji bo jiyaneke azad ne tenê li Kurdistanê, li belê ji bo tevahî herêmê ye. Ji ber wê, divê her azadek van fedakariyan ji bîr neke. Bila ala azadiyî her tim bilind biheje. Bila Metîna bi bedewî, heybet û gerîlayên xwe yên ku teslîmkariyê qebûl nakin, azad bimîne.

Bila "Jiyan li Metînayê xweş e" dirûşma pêvajoya bê be. Bila jiyana bi gerîla û giyanê wan ê şad re xwişktir bibe, wateya xwe ya rastîn ji tevlêbûna vê berxwedanê bigire. Ji ber ku Metîna qubleya azadiyê ye. Divê ciwan berê xwe bidin çiyayên wê ku cihê azadiyê, vîn, berxwedanê, têkoşînê û jiyana serfiraz e. Divê tev li vê cenga pîroz, cenga rûmetê û têkoşîna li hember siyasetên qirkirina çandî, siyasî ya li dijî gelê Kurd, bibin.

(şx)