Rojnamevan Serdar Karakoç li Hollandayê hat destgîrkirin

Rojnamevan Serdar Karakoç ku 23 sal e li Hollandayê li sirgûnê ye, li ser daxwaza dewleta Alman ji aliyê polîsên Hollandayê ve hat destgîrkirin. Karakoç dê sibê derkeve pêşberî dadgehê.

Rojnamevan Serdar Karakoç li Hollandayê hat destgîrkirin
27 gulan, 2024   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdar Karakoç ê ku bi salan e di Çapemeniya Azad de dixebite, di salên 1990'î de nûnerê Îzmîrê yê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Her wiha wê demê rêveberê navenda Stenbolê bû û di teqîna 3’yê Kanûna 1994’an a li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê li avahiya rojnameyê bû.

Karakoç roja pêncşemê ji aliyê polîsên Hollandayê ve hat destgîrkirin.

Hat ragihandin Karakoç ê ku ji ber daxwaza radestkirina Almanyayê hat destgîrkirin dê sibê derkeve pêşberî dadgerê.