‛Onder ji bo gelan sembola aştiyê bû’

Şêniyên kantona Cizîrê yên beşdarî merasîma sersaxiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder bûne got, "Ew ji bo gelan sembola aştiyê bû."

‛Onder ji bo gelan sembola aştiyê bû’
‛Onder ji bo gelan sembola aştiyê bû’
‛Onder ji bo gelan sembola aştiyê bû’
‛Onder ji bo gelan sembola aştiyê bû’
‛Onder ji bo gelan sembola aştiyê bû’
‛Onder ji bo gelan sembola aştiyê bû’
4 gulan, 2025   16:59
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û gundewarên wan ji saetên sibehê ve berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li bajarê Dêrikê ku sersaxiyê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder pêşkêş bikin.

Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û rola ku Sirri Sureyya Onder pêşkêş kiriye silav kir û ew bi sembola azadî û demokrasiyê wesif kir.

Cemîl got: "Onder di oxira aştiya ji bo gelan de jiyana xwe terxan kir û hewl da projeya neteweya demokratîk xurt bike, biratiya gelan geş bike û xizmetî bindestan bike."

Cemîl diyar kir ku ruxmî gelek caran hatiye girtin, lê bandor li hêz û têkoşîna wî nekir, berevajî îsrara têkoşînê xurttir kir.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Bajarê Dêrik, Ceger Efrîn got: "Onder di nava gelan de hezkirinê çand û israr bû ku xeta demokrasiyê û aştiyê û têkoşînê ji bo mafên gelan bidomîne."

Serokê Hevgirtina Al El Beyt li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sînan Sîdoş ji bo koça Onder xemgîniya xwe anî ziman û ew bi "Sembola aştiyê ji go cîhanê" wesif kir.

Sîdoş got koça wî di vê qonaxa nazik de windakirine, ne tenê ji malbatê û Bakurê Kurdistanê re, lê ji bo 4 parçeyên Kurdistanê giştî re û divê armancên wî yên xurtkirina aştî û demokrasiyê bên dewamkirin û pêkanîn.

Sersaxî bi beşdariya xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û endamên saziyên Rêveberiya Xweser heta êvarê didome.

(fr)

ANHA