Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto

Çalakgerên Siwêdayê di çalakiyeke protestoyî de nerazîbûna xwe li hember siaysetên desthilata Şamê nîşan da û daxwaza parastina navneteweyî kir, her wiha tu lihevkirin an jî bendên bikevin xizmetî desthilata Şamê red kirin û desthilat bi "selefî" wesif kir.

Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto
Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto
Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto
Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto
Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto
Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto
Li Siwêdayê bi daxwaza rêzgirtina li vîna Sûriyeyiyan protesto
4 gulan, 2025   18:10
SIWÊDAY

Çalakgerên Siwêdayê li Qada Keramê çalakiyeke protestoyî li dar xist, di çalakiyê de daxwaza parastina navneteweyî kir û got hikumeta heyî "hikumeta nerewa" ye û red kir, her wiha lihevkirin an jî bednên bikevin xizmetî berjewendiyên desthilatên "selefî" red kirin.

Çalakger Lîna Ebû Hemdan ji qada Keramê got daxwaza protestoyan rojane zêdetir dibe û destnîşan kir ku pêwîst e planên ku armanc dikin mozaîka Sûriyeyî werin aşkerakirin, bi taybet hewldanên derbekirina kêmneteweyên olî û paşguhkirina wan.

Çalakgeran bang kir ku kiryarên bi "bazirganên krîzan" wesif kirine rawestînin ku ew rewşên siyasî û aborî keysbaz dikin û êşên welatiyan zêdetir dikin.

Her wiha çalakgeran peyamek ji desthilata Şamê re şand ku "lîstikên we aşkera bûn", ji ber ku di bin gelek navan de kiryaran dikin; hin caran bi navê nûnerên desthilata qanûnê hin caran jî binpêkirina qanûnê derdikevin.

Berdevka Nivîsgeha Kar û Barên Jinan Esala Eslan jî got bûyera vê dawiyê ya li Siwêdayî û hedefgirtina yekser ji herêmên ku piranî Durzî re, planeke mezhebî û terorî ye bi hewldana tunekirina pirrengiya olî û çandî li welat e û veguherandina Sûriyeyê ber bi dewleteke xwedî damxaya selefî ya tundraw e.

(fr)

ANHA