Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon

Însiyatîfa Jinan a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser têkoşîn û rola wî ya girîng di arastekirina jinan de û hişyarkirina wan li ser mafên wan, sînevîzyonek pêşkêş kir.

Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
Li Helebê têkildarî têkoşîna Rêber Apo sînevîzyon
4 gulan, 2025   16:21
HELEB

Di çarçoveya kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li tevahî Kurdistanê û cîhanê tên lidarxistin de, bi dirûşmeya ‘Rojek bi jiyana azad re diyalog", Însiyatîfa Jinan a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî Kongra Star a Helebê sînevîzyonek oraganîze kir.

Însiyatîfê di sînevîzyonê de bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a di hundirê zindana Îmraliyê de, rola wî ya girîng di hişyarkirina jinan li ser mafên wan û alîkariyên wî yên fikrî di şikandina qeydên koletiyê li ser jinan de û dehfdana wan ber bi rizgarî û bihêzkirinê ve.

Di sînevîzyona ku li Komîna Şehîd Bakur a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê û Meclisa Şehîd Cengîz a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hat pêşkêşkirin de, bi dehan endamên meclis, komîn, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Her wiha aliyê organîzetor diyar kir ku wê careke din sînevîzyon li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman beşdaran bê pêşandan.

Piştî pêşkêşkirinê, di nava amadebûnan de nîqaşên li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên wê di bin şert û mercên giran de hatin kirin û got ew ê li ser şopa wî ya rizgariyê heta bi gihandina azadiya jinê û civakê dewam bikin.

(fr)

ANHA