Dîyalog, muzakere, dîplomasî

Di pirsgirêkên civakî, siyasî, şer-pevçûn û hwd de wekî rêyên çareseriyê diyalog, muzakere û dîplomasî cihekî çawa digirin? Ev têgeh tên çi wateyê, encamên çawa derdixin holê?  

Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
Dîyalog, muzakere, dîplomasî
21 kanûn, 2025   06:40
NAVENDA NUÇEYAN
ROGER ROJIYAN

Ber bi dawiya saleke din ve, ji bo çareseriya pirsgirêkan; nirxandin, şîrove û pêşniyarên li ser diyalog, muzakere û dîplomasiyê zêdetir dibin rojev. Bi taybetî têkildarî pirsgirêkên Filistîn-Îsraîlê, Rûsya-Ukraynayê û herî zêde jî der barê pirsgirêka Kurd de, piştî pêvajoyên dijwar ên pevçûnê, ev têgeh bûne rojeva sereke. 

Der barê Filistînê de li Washington û Şarm El Şêx (Misir), der barê Rûsya-Ukraynayê de li Amerîka û Ewropayê, der barê pirsgirêka Kurd de jî li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn hewldanên diyalog û muzakereyan derketin pêş. 

Pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû, wek rojeveke sereke cihê xwe diparêze. Pêvajoya diyalogê derbasî merheleya duyemîn bûye.

Têkildarî mijarê me jî xwest balê bikişînin ser têgehên diyalog, muzakere û bi van ve girêdayî têgeha dîplomasiyê. Ev têgeh çawa hatine pênasekirin, di dîrokê de mînakên wan çi ne?

CIVAKBÛYÎN Û ZIMAN

Bi avakirina civaka mirovan re pêdiviya têkiliyan, dan û standin û hevkariyê derketiye holê.  Mirovan wek taybetmendiyên xwe yên xwezayî ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe yên wekî xwarin, zêdebûn, bicîhbûyîn û parastinê pêwîstiya civakbûyînê dîtiye.

Li gorî lêkolînan, cîvakbûyîn heta 300 hezar sal berê diçe. Bi kombûna mirovan re ziman û fikir jî di nava hev de bi pêş ketine. Dîroknas û zanyar pêşketina ziman wek şoreşeke girîng pênase dikin. Zanyarên ku bi mijarê re eleqedar dibin pêşketina civakbûyîn, fikir û ziman di nava hev de dinirxînin. Bi taybet pêşketina zimanê sembolîk dibe sedema pêşketina fikra analîtîk. Ji ber vê di dîroka mirovahiyê de şoreşa ziman wek şoreşa mirovahiyê ya yekem tê pênasekirin.

DIYALOG, MUZAKERE Û DÎPLOMASÎ

Dîroka dîyalogê bi civakîbûnê re dest pê dike. Axaftina di navbera du kesan de wek diyalog tê binavkirin. Lê wekî binavkirina têgehî ji Yewnaniya Antîk hatiye destpêkirin. Li gorî etîmolojiyê têgeha diyalogê ji peyvên diá û logos pêk tê û di wateya ‘nîqaş’, ‘dan û standina fikrî’ de hatiye bikaranîn.  

Di roja îroyîn de jî bi zimanê fransî wek ‘diyalogue’, di wateya ‘axaftina bi hev dû re’  tê bikaranîn. Di piraniya zimanên din de jî bi heman wateyê tê bikaranîn. Li gorî etîmolojiyê têgeha diyalektîk jî koka xwe ji diyalogê digire. Diyalog wek rêbazeke felsefîk cara yekem ji aliyê Sokrates ve hatiye bikaranîn. Diyalektîk jî tê wateya “dualîtî”yê. Bi zimanê felsefî wek gotîbêjên li ser du fikrên cuda û encama ji van gotubêjan e. Diyalektîk di zimanê kurdî de jî tê wateya dualîbûnê.

HERIKÎNA DÎROKÎ

Diyalog ji destpêka dîrokê heta niha, di navbera klan, qebîle, eşîr, cîvak û dewletan de di merheleyên cuda re derbas bûye. Piştî gelek tecrubeyên şer û pevçûnan di nava van formên civakî yan jî dewletan de dîyalog wek mekanîzmayekê derketiye pêş.

Ev mekanîzma di demên klanan de dest pê dike û li ser hîmê navbeynkarî, muzakere û tifaqê tê avakirin. Navbeynkar piranî ji kesên bitemen, xwedî tecrube, oldar an jî kesên rêzdar pêk tên. Armanca navbeynkaran ew e ku bi rêya muzakereyan lihevkirin, hevpeyman an jî tifaqê çêkin.

Di Serdema Neolîtîkê de êdî desthilatdarî derdikeve holê. Bi pêşketina şaristanî û dewletê re diyalog û muzakere êdî bi rêbaza dîplomasiyê pêk tên. Dîplomasî jî li gorî etîmolojiyê, têgîneke ji Yewnaniya Kevn tê. Peyva dîplomayê, wek kaxiza pêçayî hatiye pênasekirin, ev kaxiz jî wê demê li şûna pasaporta îro hatiye bikaranîn. Her wiha di wateya ewraqên ku di navbera dewletan de hatine amadekirin de jî hatiye bikaranîn. Tişta ku destê dîplomasiyê xurt dike jî hêz e.

Peyva muzakere koka xwe ji zimanê erebî digire û tê  wateya “zikir û dan û standina fikran”. Lê di roja me ya îro de zêdetir di wateya bazarkirinê de tê bikaranîn. Di muzakere û diyalogên serkeftî de, aliyên nîqaşê xwediyên heman mafan in. Anku li ser maseya diyalog û muzakereyên encamgir serweriya aliyekî nîn e. Lihevkirin an jî hevpeymanên bi vî rengî gelemperî serkeftî û mayînde dibin.

HEVPEYMANA SÎNORÎ YA YEKEM: LAGAŞ-UMMA

Di dîrokê de hevpeymana nivîskî ya yekemîn a der barê sînoran de beriya zayînê sala 2450’yan, li Mezopotamyayê di navbera du bajar-dewletên Sumerê (Lagaş û Umma) de hatiye îmzekirin. Cihê her du bajaran îro li Iraqê di navbera Besra û Bexdayê de ye. Hevpeymana ku li ser çareserkirina pirsgirêka sînoran hatiye îmzekirin, li ser kevirekî bi nivîsa bizmarî (Sumerî) hatiye nivîsandin. Di nivîsê de hatiye gotin ku kesê navbeynkar ê ku sînor diyar kiriye û hakemtî kiriye qralê bajar-dewleta Kîşê Mesîlîm e. Ev wek hevpeymana sînor a herî kevn tê zanîn.

HEVPEYMANA AŞTIYÊ YA YEKEM: KADEŞ

Hevpeymana yekem a aştiyê ya bi niviskî jî beriya zayînê sala 1259’an de di navbera Misir û Hîtîtiyan de hatiye îmzekirin. Ev hevpeyman wek du kopî hatiye amadekirin û her du kopî (nusxe,) jî hatine dîtin. Piştî vê hevpeymanê li herêmê nêzî sed sal aramî çêbûye. Kopiyeke vê nivîsê niha li bajarê New York ê  Amerîkayê, li ser dîwarê bînaya Neteweyên Yekbuyî (NY) hatiye xêzkirin.

HEVPEYMANA WESTPHALIAYÊ

Hevpeymanek din a girîng jî hevpeyman an jî Aştiya Westphaliayê ye. Hevpeyman di sala 1648’an de li bajarê Westphalia yê Almanyayê hatiye îmzekirin. Bi peymanê re şerê 30 salan ê ku li seranserê Ewropayê di navbera Katolîk û Protestanan de dom dikir û şerê 80 salan ê di navbera Îspanya û Hollandayê de bi dawî kiriye. Hevpeymanê bandor li tevahiya parzemîna Ewropayê kiriye, lewma di dîrokê de wek hevpeymaneke girîng tê pênasekirin.

HEVPEYMANA VERSAYÊ

Hevpeymanek girîng jî têkildarî  bidawîkirina şerê cîhanê yê yekemîn e. Ev hevpeyman 28’ê Hezirana 1919’an de li Fransayê hatiye îmzekirin. Hevpeymana Versayê di navbera Elmanya û 32 dewletên din de hatiye îmzekirin. Ji ber ku li ser têkçûna Elmanyayê hatîbû avakirin, hevpeynaneke yekalî ye.  Lewma hinek nirxandinên ku rêya şerê  cîhanê  yê duyemîn vekiriye jî, tên kirin.  

HEVPEYMANA AVHEWAYÊ YA PARÎSÊ

Bi pêşketina endustriyalîzma û hêrsa karê zêde, hevsengiya ekolojiyê guherî û di encamê de germahiya kurewî bû rojevek sereke. Vê yekê ji bo peşeroja demkurt a cihanê gefeke mezin çêkir. Ji ber vê yekê rêxistinên ekolojîst, anarşîst û sosyalîst li dijî endustriyalîzmê tekoşînên berfireh dan destpêkirin û di nav gelan de hişmendiyeke ekolojîk ava kirin. Wekî encamek vê  têkoşînê gelek dewlet hatim cem hev û li ser mijarê diyalog, müzakere pêş xistin. Sala 2015’an di çarçoveya Hevpeymana Guhertina Avhewayê  ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li paytexta Fransa Parîsê bi beşdariya 197 welatan Peymana Avhewayê hat îmzekirin. Ev peyman wekî peymana herî  mezin  a dîrokê  hatiye binavkirin. Armanca vê hevpeymanê şopandina polîtîkayên ekolojîk e, lê  hîn jî gelek pirsgirêk didomin. Li ser  mijarê gotubêj berdewam dikin.

DIYALOG-MUZAKEREYÊN KURDAN Û PKK

Wekî miletekî xwecihên  erdnîgariya derguşa mirovahiyê, Kurd jî biyaniyên diyalog, muzakere û dîplomasiyê  nîn in. Lê ji ber ku hêza wan a yekgirtî nebûye, diyalog an jî  mûzakere piranî yekalî çêbûne. Ji dema Hurî û împaratoriya Med heta şerê cîhanê yê  yekem, kêm be jî tecrubeyên diyar derketine holê. Lê nebûna yekîtiya hundirîn nehiştiye ku serkeftinên derketine  holê jî bidomin. Sedema hilweşîna împaratoriya Med, Mîtanî, Med, Urartu û hwd. bi vî rengî tên nirxandin. Lê diyalogên navbera eşîr û pêkhateyên  cuda jî hertim hebûne. 

Di serdema împaratoriya Osmaniyan de, diyalogên navbera sultanên Osmanî û serokeşîrên Kurdan jî hatine nîşandan. Diyaloga Yavuz Sultan Selîm û Serokeşîrê Kurd Îdrîsê Bitlîsî de weke mînakeke binketftî tê nîşandan.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurdistan wekî 4 parçe hat veqetandin. Rêxistin an jî sazumaniyên Kurdan jî li gorî siyasetên dewletên ku ev parçe dagirkirine, diyalog meşandin. Li Rojhilat Komara Kurdistan (Mahabat), li Başûr Şêx Mehmûdê Berzencî, ceribandinên PDK’ê, YNK’ê , li Rojava dîsa  partiya PDK û partiyên ku ji nava wê  derktine muzakereyên cuda meşandin. Lê piraniya wan yekalî bûne, hêza Kurdan kêm bû, lewma encam serkeftî nebûne.

Li  Bakûrê Kurdistanê beriya avakirina Komara Tirkiyeyê, Mistefa Kemal Ataturk ji bo tevlîbuna avakirina dewletê ji gelek eşîrên Kurdan re name şandin û soza xweseriyê da wan. Lê bi avakirina komarê ve zextên li ser Kurdan zêde bûn û serhildanan destpê  kir. Heta avabuna PKK’ê 28 serhildanên Kurdan tên jimartin. Di vê pêvajoyê de carinan diyalog çêbibin jî, ji ber ku xapandin û qirkirin polîtîkaya dewletê  ya sereke bû, ev diyalog veneguherîn muzakereyan.

Di salên 1970’yan de bi avabuna PKK’ê re, di dîroka Kurdan de guhertinên berbiçav çêbûn. Rêya diyalog û muzakereyan bi temamî girtî bû, lewma PKK’ê bi rêbaza têkoşîna çekdarî hewl da ku hebûna Kurdan bide qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de li kêleka  têkoşîna çekdarî, hewldanên diyalog, muzake û dîplomasî jî hatin meşandin. Têkoşîn û siyaseta bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê dewleta Tirk neçarî hevdîtinan kir.

Di sala 1991’an Serokwezîrê wê demê yê  Tirkiyeyê Suleyman Demîrel got “Em realîteya Kurd qebûl dikin”, lê ev yek di gotinê de ma.

Heman salê Serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal bi rêya navbeynkaran bi Rêber Abdullah Ocalan re danûstendin çêkirin. Wekî encama van danustendinan Rêber Abdullah Ocalan sala 1993’yan cara yekem agirbest îlan kir. Lê  piştre ev hewldan ji aliyê derdorên tarî ve hat tekbirin. Piştre bi riya navbeynkaran diyalogên veşartî bi hikûmetên Tirkiyeyê re dom kirin. Salên 1995’an û 1998’an agirbest hatin îlankirin. Lê  hêzên dijber bihêztir bûn û hewldanên diyalogê têk çûn, li dijî Rêber Abdullah Ocalan komplo hat meşandin. 

Têkoşîna dijî komployê, rêya diyalog û muzakereyên nû jî vekir. Di navbera salên 2006 û 2011’an de li paytexta Norvecê Osloyê bi navbeynkariya hin hêzên navneteweyî, di navbera PKK û rayedarên Tirkiyeyê de hevdîtin pêk hatin.

Piştî van hewldanan, dewlet neçar ma ku rasterast bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike.  Salên 2013-15’an diyalog çêbûn, lê ji aliyê dijberan ve hatin têkbikin. Piştî pêvajoyek gelekî dijwar a 10 salan, dewlet careke din neçar ma ku diyalogê bide destpêkirin.

Di encama hevdîtinan de Rêber Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibata 2025’an bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re pêvajoyek nû da destpêkirin. Di dîroka komara Tirkiyeyê de piştî 28 serhildanan cara yekem dewlet li ser maseyê bi rêberek Kurdan re hevdîtinên çareseriyê dike. Ango heta niha serhildanên ku li sêdaran de bi encam dibûn cara yekem bi PKK’ê ve li sêdaran daket ser maseyê û bi diyalog-muzakereyan didome.