Oldar: Hevkarî yekane rêya çareserkirina kêşeyan e

Oldarên kantonên Reqa û Tebqayê banga yekitî û piştgiriya QSD’ê kir û got dewleta Tirk a dagirker dixwaze demografiya Sûriyeyê biguherîne û dagir bike.

Oldar: Hevkarî yekane rêya çareserkirina kêşeyan e
23 ÇILE, 2025   07:20
REQA

Oldarên kantonên Reqa û Tebqayê der barê girîngiya yekitî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de, ji ajansa me re axivîn û banga hevgirtinê kir.

Ji oldarên bajarê Tebqayê Şêx Ednan El Elewî banga piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir. El Elewî behsa girîngiya yekitiya di navbera pêkhateyên herêmê de kir û tekez kir QSD ewlehî û aramiya herêmê diparêze, lewma divê hemû pêkhate piştgiriya wê bikin.

Şêx û melayê mizgefta gundê Cerbû ku li bakurê kantona Reqayê ye Ehmed El Şiblî, bang li şêniyên herêmê kir ku ji nakokiyan û ji berjewendiyên kesane dûr bikevin û diyar kir ku fitne tenê xizmeta dijminên gel dike.

El Şiblî tekezî li ser girîngiya diyaloga avaker a di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de kir, ji bo pêşîgirtina her arîşeyeke ku bandoreke neyînî li rewşa giştî ya li welat bike.

Hevserokê Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Tebqayê Şêx Ebdulmuttelib El Betran diyar kir ku divê her kes rihê berpirsyariyê nîşan bide û bi hev re ji bo ewlekarî û yekitiya herêmê bixebite. Her wiha got tenê bi hevkarî û yekitiyê dê kêşe û alozî bêne çareserkirin.

El Betran bal kişand ser girîngiya belavkirina nirxên lihevhatin û lêborînê û bang li hemû beşên civakê kir ku li hemberî her metirsiyeke ku aramî û ewlehiya herêmê dixe xetereyê, bi hev re tê bikoşin.

(k)

ANHA