Tetaryan: Piştgiriya ji bo QSD û Rêveberiya Xweser rêya Sûriyeyeke piralî û nenavendî ye

Şêwirmendê giştî yê Meclisên Ermenî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tetaryan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya rêveberiya xweser hewl dide nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Her wiha diyar kir ku QSD û Rêveberiya Xweser bingeha rast a Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ne.

Tetaryan: Piştgiriya ji bo QSD û Rêveberiya Xweser rêya Sûriyeyeke piralî û nenavendî ye
23 ÇILE, 2025   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Bi rûxandina rejîma Baasê re (8 Kanûn 2024), dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, li gel hewlên wê yên belavkirina fitne û nefretê di nava şênî û pêkhateyên herêmê de, ji bo têkbirina aramiyê.

Der barê mijarê de şêwirmendê giştî yê Meclisên Ermenî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tetaryan ji ajansa me re axivî.

Îmad Tetaryan got: "Dagirkeriya Tirk bi rêya çeteyên xwe hewl dide nakokiyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gur bike, ji bo aramiya herêmê têk bibe û projeya Rêveberiya Xweser hilweşîne. Dewleta Tirk a dagirker vê projeyê li ser xwe wek metirsî dibîne, lewma serî li belavkirina nakokiyan û mezhebperestiyê dide.”

‘DAGIRKERIYA TIRK JI BO BERJEWENDIYÊN XWE SÛRIYEYIYAN BI HEV DIDE ŞERKIRIN’

Tetaryan wiha pê de çû: "Divê gelê Sûriyeyê û pêkhateyên herêmê bibin yek û li dijî fitneyê rawestin, ji ber ku fitne dikeve xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk. Dagirkeriya Tirk ji bo berjewendiyên xwe sûriyeyiyan bi hev dide şerkirin.”

Tetaryan der barê kar û barên Meclisa Civakî ya Ermenî jî de got: "Em di Meclisa Civakî ya Ermenî de bi armanca perwerdekirin û hişyarkirina li dijî fitneyê ku ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve hatiye belavkirin, bi awayekî berdewam serdana malbatan dikin û civînan li dar dixin. Em dibînin ku gelê me li hember planên dagirkeriyê bêhtir hişyar e û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike ku vê hêzê herêm parastiye û kariye hemû pêkhate û mezheban di bin sîwana xwe de bike yek.”

Tetaryan got: "Em bi hemû hêza xwe hewl didin li hemberî fitneyan rawestin û her kesê ku ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve hatiye xapandin, vegere malên xwe da ku bi rûmet bijî, dûrî berjewendiyên dagirkeriyê.”

‘RÊVEBERIYA XWESER KEŞTIYA EWLE YA SÛRIYEYÊ YE’

Îmad Tetaryan bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser û wiha got: "Rêveberiya Xweser ne li ser bingeha yek zimanî û yek mezhebî ye. Ev azadiya me ya îro heye, me tu carî ne li Sûriyeyê, ne jî li welatên ku dibêjin em demokratîk in, nedîtiye. "

Îmad Teteryan wiha dawî li axftina xwe anî: "Em di wê baweriyê de ne ku Rêveberiya Xweser keştiyek e ku dê gelê Sûriyeyê ber bi ewlehiyê ve bibe, bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî. Hevgirtin û yekitiya pêkhateyan nîşana herî zelal a serkeftina projeya Rêveberiya Xweser e."

(k)

ANHA