Xalid Omer: Êrişa li dijî rojnemevanan sûcekî şer e

Parêzer Xalid Omer diyar kir ku êrişên li dijî rojnemevanan li gorî zagonên navnetewyî sûcên şer in û astengkirina radestkirina canazeyên wan bo malbatan, kiryareke derexlaqî û ne hiqûqî ye.

Xalid Omer: Êrişa li dijî rojnemevanan sûcekî şer e
23 ÇILE, 2025   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li gorî rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, dewleta Tirk a dagirker ji dewletên herî zêde, nûçegihan û rojnemevan di zindanên wê de girtî ne, her wiha li wir mafên saziyên ragihandinê têne binpêkirin û rojnemevan e tên armanckirin.

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnemevan Nazim Daştan di dema şopandina berxwedana Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê de, 19`ê Kanûna 2024`an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Tevî hemû hewldanên malbatan ji bo wergirtina cenazeyên her du rojnamevanan jî, dewleta Tirk a dagirke rê neda ku cenazeyan radestî malbatan bikin.

Parêzer û hiqûqnas Xalid Omer diyar kir ku li gorî zagonên navneteweyî, hedefgirtina sivîlan, bi taybet rojnemevanan, sûcekî şer e.

Xalid Omer got: “Hedefgirtina her du rojnemevanan sûcekî şer e li dijî herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku li gorî hemû zagonên navdewletî yê girêdayî şer, nebe ku sivîl bibin armanca êrişêan, ev kiryar rasterast dikeve çarçoveya sûcên şer."

Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne cara yekê ye ku êrişî herêmê dike û sûcên şer pêk têne.

Omer got dewleta Tirk a dagirker zagonên navneteweyî binpê dike û wiah dewam kir: “Li gorî zagonên navneteweyî eger hemwelatiyek ji derveyî welatê xwe jiyana xwe ji dest bide, mafê malbata wî heye ku cenazeyê wî li welatê wî bispêre axê, lê dewleta Tirk a dagirker rê li pêşiya vî mafî digre, ev yek li gorî zagonên navneteweyî sûc e.”

Parêzer Xalid Omer diyar kir ku malbatên her du rojnemevanan, dikarin serdana saziyên navneteweyî ên hiqûqî bikin, li kêlek wê divê ku saziya Nûçegihanên Bêsînor bibe arîkar da ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku rê vekin û bihêlin cenazeyan derbasî Bakurê Kurdistanê bikin.

(k)

ANHA