Ofîsa Barzanî derbar civîna Hewlêrê de daxuyanî da

Ofîsa Mesud Barzanî derbarê civîna ku îro li Hewlêrê hat lidarxistin de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku li ser mijarên avakiriya aştiyê, pêşîgirtina tundiyê û pêwîstiya diyalogê hatiye rawestîn.

Ofîsa Barzanî derbar civîna Hewlêrê de daxuyanî da
17 ÇILE, 2026   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyê, civîn îro (17 çile 2026) li herêma Pîrmam a Hewlêrê pêk hat. Hat diyarkirin ku di civînê de Serokê PDK’ê Mesud Barzanî, Nûnerê Amerîkayê yê Suriyeyê Tom Barac, Konsolosê Amerîkayê yê Hewlêrê Wendy Green, Fermandarê Hêzên Amerîkayê yên li Suriyeyê Kevin Lambert, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, Hevseroka Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Îlham Ehmed, Serokê ENKS’ê Mihemed Îsmaîl amade bûne. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de rewşa Sûriyeyê û geşedanên dawî hatine nirxandin. Her wiha hatiye gotin ku pêwîste çareserî bi riya diyalog, lihevhatin û rêbazên aştiyane çêbibe.

Hat gotin ku Mesud Barzanî di civînê de gotiye  ku  divê di pêşeroja Suriyeyê de mafên gelê Kurd bên mîsogerkirin.

Diyar kirin ku di civînê de li ser gavên pratîkî yên ji bo avakirina aramiyê nirxandin û pêşniyar hatine kirin.