Odeya Pîşesaziyê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist

Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist û meclisa nû ava kir.

19 tebax, 2025   16:16
KOBANÊ

Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn bi dirûşma "Di avakirina Sûriyeyeke  demokratîk, pirreng û nenavendî de em bibin palpişt" de li dar xist. Konferans bi amadebûna bi dehan pîşesaz, endamên odeya pîşesazeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hola Komîteya Lihevanînê ya li Kobanê pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Îsa rewşa siyasî nirxand û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke hesas re derbas dibe. Di demên dawî de gelek guhertin û veguhertin çêbûn. Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiribû, gelek guhertin çêbûn û şer bi awayekî siyasî hate rawestandin. Ev pirsgirêkên heyî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê werin çareserkirin. Aştî dê bi hewldanên Rêber Apo bighêje serî û pirsgirêk werin çareserkirin."

Piştre rapora xebata 2 salan a Odeya Pîşesaziyê ji aliyê rêveberê odeyê Fethî Şêxo ve hate xwendin û beşdaran der barê kar û xebatên odeyê de nêrînên xwe anîn ser ziman û ji bo çareserkirina pirsgirêkên buhabûnê, qutbûna ceyranê, kirêyên dikanan û kêmbûna mazotê werin çareserkirin.

Di dawiya konferansê de hilbijartin hate kirin. Di encamê 13 endam ji bo Meclisa Pîşesaziyê hatin hilbijartin.

(sş/bb)

ANHA