Li Sûriyeyê dermankirina nexweşên penceşêrê zehmet bûye

Nexweşên penceşêrê neçar hemû pêdiviyên dermankirina xwe bikirin. Piştî ku nexweşxaneyên hikumetê (giştî) wekî yên taybet tev digerin, ev rewş derketiye holê.

Li Sûriyeyê dermankirina nexweşên penceşêrê zehmet bûye
19 tebax, 2025   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN  

Li paytexta Sûriyeyê Şamê dermankirina nexweşên penceşêrê ku berê bê pere dihate kirin, gelekî zehmet bûye. Li nexweşxaneyên hikumetê derman û pêwistiyên dermankirinê nemane. Ji lew re nexweş û malbatên wan neçar dibin dermanên xwe bi buhayên zêde peyda bikin. Nexweşxaneyên hikumetê êdî derbasî sîstemeke wekî ya nexweşxaneyên taybet bûne.

Malbatên nexweşan diyar dikin ku nexweş neçar in hemû pêdiviyên xwe ji derve bikirin. Ev ji dermanê kîmyewî dest pê dike, heta sîrom, derzî û heta hemû dermanên din jî wiha ye.

Buhayê her celseyeke kîmyewî ji nexweşiyên penceşêrê re digihêje 500 dolarî. Karmendên nexweşxaneyan îdia dikin ku dermanên berê li gel wan hebûn, niha nayên peydakirin, ev jî barê nexweşan û malbatên wan zêdetir dike.

Nexweşaxaneya Ibin El Nefîs a li Şamê yek ji navendên sereke yên dermankirina nexweşên pençeşêrê bû lê niha bûye navendeke Heyva Sor.

Di nexweşxaneyê de 3 beşên taybet û salonek ji bo lezkirina dayîna dermanên kîmyewî hene. Di heman demê de saloneke mezin cihê 5 malbatan tê de heye, di hemû beşan de jî bê pere hemû alav, derman û pêwistiyên nexweşan dihatin dabînkirin.

Lê niha piştî nexweşxane veguherî wekî yên taybet, derman lê nemane, nexweş neçar dibin hemû pêwistiyên xwe, xwe bi xwe dabîn bikin.

(dc)

ANHA