Di zindanên hikûmeta veguhêz de 4 elewî hatin kuştin 

4 girtiyên ku ji gundê El Qenaya yê Himsê, piştî 7 mehan ji girtina wan, hatin kuştin. Ji destpêka sale ve heya niha 55 girtî ji ber êşkenceya dermirovî di zindanên hikûmeta veguhêz de hatine kuştin.

Di zindanên hikûmeta veguhêz de 4 elewî hatin kuştin 
19 tebax, 2025   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), kuştina 4 elewiyan di zindanên hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê de ragihand. Li gorî SOHR`ê, her 4 girtiyên ku ji gundê El Qenaya yê navçeya El Qebo ya bajarê Himsê ne, ji destpêka salê ve hatibûn girtin.

Hate ragihandin ku ji wêneyeke qeydkirî ya nexweşxaneya El Tub El Şerî, diyar bû ku yek ji her 4 girtiyan hatiye kuştin. Lê piştire aşkera bû ku her 3 girtiiyên din jî hatine kuştin, 2 ji wan birayê hev bûn û li goristana El Nesir hatine veşartin. Hate ragihandin ku her du bira, xwendekarên zanîngehê bûn.

SOHR`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, piştî ku dîmeneke qeydkirî ya êrişkirina perestgeha elewiyan a Ebû Ebdullah El Husên El Xasîbî ya li bajarê Helebê, xwepêşandan li gelek herêmên Sûriyeyê lidar ketin. Li ser wê, hêzên ewlehiyê di meha Çileya derbasbûyî de li gundê Qenaya bi ser malan de girt.

Heta niha 55 girtî di zindanên hikûmeta veguhêz de hatine kuştin ku piraniya wan ji parêzgeha Himsê bûn.

(ac/şx)

ANHA