Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê îdiayên hikûmeta veguhêz derewandin

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê îdiayên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê  ku dibêje di navbera wan û hikumetê de tevkarî heye, derewandin.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê îdiayên hikûmeta veguhêz derewandin
22 tebax, 2025   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Siwêdayê ya girêdayî hikumeta veguhêz Ehmed El Dalatî idîa kiribû ku Wezareta Karê Hundirîn bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê pêdiviyên sereke ji şêniyan re derbasî parêzgeha Siwêdayê dikin.

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Siwêdayê têkildarî van îdiayayn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn ên ku dibêje ji roja êrişan ve hemahengî an têkilî di navbera  Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê û hikûmeta veguhêz de hene, derew in.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Hin bazirganên ji parêzgehê hewl dan bi rêya dabînkerên li Şamê re têkilî daynin da ku barên xwarinê derbas bikin, lê li bendên kontrolê yên ewlehiyê hatin şantajkirin û li beramberî derbaskirina kelûpelan, xerace li wan hat ferzkirin. Vê yek jî rê li ber gihîştina van kelûpelan bo şêniyan girt."

Odeyê daxuyaniyên Wezareta Karên Hundirîn a hikumeta veguhêz bi tundî şermezar kir û piştrast kir ku Siwêdayê hîn jî di bin dorpêçeke dijwar de ye.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê banga rakirina dorpêçê û misogerkirina ewle ya dabînkirinên madeyên bingehîn kir.

(ac/bb)