Siyasetmedarê Durzî: Peymanek ji bo xweseriya Siwêdayê tê îmzekirin

Nivîskarê Durzî Mahir Şerefedîn agahî da ku ji bo xweseriya Siwêdayê dê peymanek 25’ê Îlonê di navbera Ehmed El Şeri û Netanyahu de were îmzekirin.

Siyasetmedarê Durzî: Peymanek ji bo xweseriya Siwêdayê tê îmzekirin
22 tebax, 2025   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û siyasetmedarê Durzî Mahir Şerefeddîn agahiyên girîng li ser rûpela xwe ya X’ê parve kirin.

Li gorî Şerefedîn, biryar e 25’ê Îlona îsal di navbera Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de, wê di bin çavdêriya Serokê Amerîkayê Donald Trump de, peymanek were îmzekirin.

Şerefedîn destnîşankirina ku pênasekirina peymanê "Bi ewlehî" ne rast e û ev tişt parve kir: "Peyman di bingeh de aliyên siyasî ku rasterast bi siberoja Siwêdayê ve girêdayî ne, li xwe digire."

Şerefedîn ku agahî spartiya çavkaniyên xwe, diyar kir ku li gorî navaroka peymanê, Siwêda wê li hemberî ku dest ji  daxwaza ‘Cudabûnê’  berde, xweseriyê bidest bixe. Dîsa jî li gorî peymanê, dezgehek ewlehiyê ya xwecih a Siwêdayê tê avakirin ku Şamê dest lê wernede.

Li gorî Şerefedîn, peyman derfetê li pêşiya peymanên aborî bi şirîketên Amerîkî û Îsraîlî bi taybetî di warê razamanî, xizmetan û kehrebeyê de vedike. Di heman demê de derfetê li pêşiya avakirina kerîdoreke bejahî ya daîmî di navbera Durziyên li Siwêdayê û yên li Îsraîlê de vedike.

Mahir Şerefedîn bi domdarî destnîşan kir ku El Şeri hîna jî li ser zêdekirina bendekê ku rê bide hêzên wî yên ewlehiyê bi hinceta rêgirtina li berê êrişên "eşîran   li hin gundên sînorî bi cih bibe dan û standinan dike, lê ev daxwaza wî heya niha tê redkirin.

Girêdayî heman mijarê, çavkaniyên payebilind ên Sûriyeyî ji rojnameya Independent Arabia re gotin, Sûriye û Îsraîl dê 25’ê Îlonê bi piştgiriya Amerîkayê peymanek ewlehiyê îmze bikin. 

Çavkaniyan destnîşan kirin ku El Şeri beriya îmzekirina peymanê wê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, li New Yorkê daxuyaniyekê bide.

Li gorî çavkaniyan, Tel Aviv û Şam dê di demek nêzîk de peymanek aştiyê ya berfireh îmze nekin û gotin peywan dê bi aliyê ewlehiyê ve sînordar be da ku rageşiya di navbera her du welatan de kêm bibe.

(bb)