NYˊyê dê alîkariya xurekê ya ji bo Sûriyeyê ji sedî 50 kêm bike

NYˊyê ragihand ku dê alîkariya xurekê ya awarte ya ji bo Sûriyeyê bi rêjeya ji sedî 50 kêm bike û bernameya xwe ya piştgiriya nan a ku bi milyonan Sûriyeyiyan sûd jê werdigirt ji ber kêmbûna fînanskirinê rawestîne.

NYˊyê dê alîkariya xurekê ya ji bo Sûriyeyê ji sedî 50 kêm bike
13 gulan, 2026   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) îro diyar kir ku ew neçar e ku xebatên xwe yên li Sûriyeyê, ji ber kêmbûna fînansekirinê, bi awayekî mezin kêm bike di nav de jî alîkariya xurekê ya awarte jî kêm bike.

WFPˊê ya ku navenda wê li Romayê ye, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ê hejmara sûdmendên alîkariya awarte ji 1.3 milyon kesan kêm bike bo 650 hezar kesî, anku ji sedî 50 alîkarî hatiye kêmkirin.

WFPˊê destnîşan kir ku ji dawiya şerê navxweyî li Sûriyeyê ve aramiyek nisbî pêk hatiye, di heman demê de 7.2 milyon kes hîn jî ji bêewlehiya xurekê tund dikişînin.

WFPˊê  bi rêya dayîna genim wê piştgirî daye zêdetirî 300 firnan.

Gerînendeya WFPˊê Marianne Ward li Sûriyê got, "Kêmkirina alîkariya WFPˊê bi tenê ji ber kêmbûna fînansmanê ye, ne kêmbûna pêdiviyan e."

Marianne anî ziman ku "Ev kêliyek krîtîk e ji bo Sûriyeyê. Başbûn hîn jî lawaz e, hewcedarî pir mezin in û em neçar in ku toreke ewlehiyê ya bingehîn vekişînin."

WFPˊê her wiha destnîşan kir ku kêmbûna fînansmanê bandorê li penaberên Sûriyeyê yên li welatên cîran ên wekî Urdun û Lubnanê dike.

Li gorî gerînendeyê Herêmî yê WFPˊê Samir Ebdulcabir, "Malbatên rewşa wan herî lawaz ên li herêmê bi bandorên hevbeş ên krîzên dirêjkirî, lêçûnên zêde û alîkariya kêmkirî re rû bi rû ne."

Di dawiya daxuyaniya WFPˊê hat diyarkirin ku ji bo domandin û jinûve destpêkirina bernameyên alîkariyê yên heyî li Sûriyeyê di şeş mehên pêş de hewce bo 189 milyon dolarî heye.

(fr)