Ji zêdetirî 250 kesayetan daxuyaniya piştgiriya Şêrwan Şêrwanî

Gelek nivîskar, rojnamevan, mamostayên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl daxuyaniyek ji bo piştgiriya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî weşandin û tê de fikarên xwe yên kûr li ser tenduristiya wî û berdewamiya girtina wî anîn ziman. Her wisa daxwaz kirin ku rayedarên pêwendîdar bi dadperwerî nêzî doza wî bibin.

Ji zêdetirî 250 kesayetan daxuyaniya piştgiriya Şêrwan Şêrwanî
13 gulan, 2026   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û çalakvan Şêrwan Şêrwanî di roja 22’yemîn a greva birçîbûnê de ye. Têkildarî mijarê zêdetirî 250 welatî, nivîskar, rojnamevan, mamostayên zanîngehê, çalakvanên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan ji bo piştgiriya wî û bi dadperwerî nêzîkatî li doza wî were kirin daxuyaniyek weşandin.

Daxuyanî wiha ye;

Ji bo birêzan:

Serokatiya Herêma Kurdistanê

Serokatiya Desteya Wezîran

Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan

Raya giştî

Daxuyaniya hevpar û daxwaza çareseriyek dadperwerane ji bo doza rojnamevan Şêrwan Şêrwanî

Em, hejmarek welatî, nivîskar, rojnamevan, mamostayên zanîngehê, çalakvanên sivîl û parêzvanên mafên mirovan, nîgeraniya xwe ya kûr li ser rewşa rojnamevan û çalakvanê sivîl Şêrwan Şêrwanî di girtîgehê de diyar dikin. Bi taybetî der barê greva birçîbûnê û girtina wî ya berdewam de, ku berê bûye mijara nîqaş û rexneyên navxweyî û navneteweyî.

Em bawer dikin ku azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û mafê çalakiya sivîl bingehên her civakeke dadperwer û demokratîk in. Mafê her welatiyekî heye ku bêyî tirsa ceza, zext, gef an tolhildanê raya xwe diyar bike û bi awayekî aştiyane beşdarî jiyana giştî, çandî û sivîl bibe.

Di heman demê de, em tekez dikin ku her dozek dadwerî divê li ser bingeha qanûn, şefafî, serxwebûna dadgehê û parastina tevahî ya mafên qanûnî yên tawanbaran were birêvebirin. Divê tu kes ji ber raman, karê xwe yê rojnamegeriyê, an çalakiyên xwe yên sivîl û siyasî rastî ceza an zextê neyê.

Li gorî vê;

1- Divê dezgehên herêmî yên pêwendîdar bi awayekî şefaf, qanûnî û dadperwerane nêzîkatî li doza Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî bikin.

2- Divê hemû mafên qanûnî û mirovî yên Şêrwan Şêrwanî, tevî mafê parastina qanûnî, mafê serdanên malbatê, mafê dermankirina bijîşkî û mafê dermankirina mirovî di girtîgehê de misoger bikin.

3-Divê saziyên mafên mirovan yên navxweyî û navnetewî dozê bi baldarî bişopînin û piştgirîya prensîbên azadî, edalet û parastina mafên mirovan bikin.

4- Divê her nakokî bi rêya qanûn, diyaloga sivîl û prosedurên dadperwerane were çareserkirin, ne bi rêya sînordarkirina deng, îfade û çalakiyên sivîl yên cûda.

Em tekez dikin ku azadî û rûmeta mirovan bingeha aştî, bawerî û edaletê di civakê de ye. Divê doza Şêrwan Şêrwanî bi vî rengî berdewam neke û nebe mînakek din a xirabkirina serxwebûna dadweriyê, binpêkirina qanûnê û sînordarkirina azadiya çapemeniyê.

Ji bo bidawîkirina doza Şêrwan Şêrwanî û piştgiriya edalet û azadiyê, em bang li hemû kesayet, nivîskar, rojnamevan, profesorên zanîngehê, çalakvanên sivîl û welatiyên ku baweriya wan bi maf û azadiyan heye dikin ku navên xwe li lîsteya piştgiriyê zêde bikin.