Kurdên li Ewropayê  ji bo Rojava li qadan ne

Di protestoyên ku li Ewropayê hatin kirin de, êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin û banga parastina sivîlan û ketina tevgerê li civaka navneteweyî hate kirin.

Kurdên li Ewropayê  ji bo Rojava li qadan ne
22 ÇILE, 2026   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Strasburgê ya Fransayê êrişên komên çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava hatin protestokirin. Di çalakiya ku li ber gara Strasburgê hate kirin de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Rojava” û “Kurdistan yek e” hatin berzkirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd careke din li ber çavên cîhanê, bi bêdengiya hêzên navneteweyî re rû bi rû bi metirsiya komkujiyê tê hiştin. Hate gotin ku Kurd îro şerê hebûn û tunebûnê didin û hate destnîşankirin ku divê her kes li cihê xwe rabe û li dijî van êrîşan dengê xwe rake.

BREST

Li bajarê Brest ê Fransayê çalakiyeke protestoyê li dijî êrişên li ser Rojava û metirsiyên zêde hate lidarxistin. Li Meydana Place de la Liberté êvarê Kurd û dostên wan li hev civiyan û di axaftinên xwe de li hember bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybetî ya Fransayê nerazîbûn nîşan dan.

Di axaftinan de hate gotin ku ev bêdengî rê li ber DAIŞ û pêkhateyên cîhadî yên bi vî rengî vedike ku dîsa hêz bigirin. Beşdaran bang li Fransayê û hêzên navneteweyî kirin ku gavên şênber li dijî komên cîhadî bavêjin û Rojava ji aliyê siyasî ve nas bikin. Di çalakiyê de peyama “em ê têkoşînê li qadan bidomînin” bi awayekî xurt hate dayîn.

AVIGNON

Li bajarê Avignon ê Fransayê jî çalakiyeke hate lidarxistin. Saet 18.00’an de li ber gara navendî bi sedan kes li hev civiyan û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” ber bi şaredariyê ve meşiyan. Li ber şaredariyê deqeyek rêz ji bo şehîdan hate girtin, piştre jî sloganên “Her der Rojava, her der berxwedan” hatin berzkirin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê çalakiyekê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûn û çalakî li derdora metroya Jean Jaurès hate kirin.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrişên li ser Rojava sivîlan dikin hedef û armanca wan tunekirina jiyana demokratîk û pirnasname ya li herêmê ye. Beşdaran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Terorîst Erdogan” avêtin; di axaftinên bi Kurdî û Fransî de bêdengiya civaka navneteweyî hate protestokirin.

ROCHEFORT

Li bajarê Rochefort ê Fransayê di roja sêyemîn a çalakiyan de jî ciwanan qadan bernedan. Êvarê ciwan li ber şaredariya Rochefort kom bûn, piştî deqeyek rêz ji bo şehîdan, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî” û “Bijî YPG, YPJ” berzkirin  û axaftin hatin kirin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê jî êrişên li ser Rojava bi meşeke girseyî hatin protestokirin. Kurd û komên piştevan ji Place de la Comédie dest pê kirin, li ser Rue de la République meşiyan û çalakî li Place de la République bi dawî bû.

Di meşê de ku Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûn, girse bi dirûşmeyên “Terorîst Colani, terorîst Erdogan” pêş ve çû. Piraniya çalakvanan ciwan bûn û bi sloganên piştgiriya YPG û YPJ’ê berxwedana Rojava nîşan dan. Gelek caran hate gotin “Kurdistan ne çar, yek e” û hate destnîşankirin ku ittîfaqa dewleta Tirk û cîhadî-gerîla gelê Kurd yek kiriye.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser siyaseta durû ya Ewropa û DYA’yê. Hate gotin: “Dema barbar û serjêkerên cîhadî êrîşî welatên we dikirin, hûn ji şervanên Kurd alîkarî dixwestin; îro gelê Kurd tê qetilkirin.” Her wiha bi pirsê “We rûyê xwe ji gelê Kurdê mazlûm re heye?” helwesta hêzên gerdûnî hate sorgûlkirin.

Çalakvanan bal kişandin ser domdariya protestoyan û gotin: “Heta vahşet bidome em ê qadan bernadin. Tu kesekî hesasiyeta wî ji qetlîamên Kurdan girîngtir û bi qîmettir nîne.”

LILLE

Li bajarê Lille yê bakurê Fransayê gelê Kurdistanê meş li dar xist. Bi sedan Kurdistanî êrîşên komkujiyê yên li ser gelê Rojava protesto kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku vê komkujiyê rawestînin. Gelek dostên Kurdan yên Fransî jî bi Kurdan re di meşê de cih girtin. Bi beşdariya Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê, meş bi dirûşmeyên xwedîlêderketin û piştevaniya Rojava hate kirin û bi axaftinan bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî civîneke gel a bi beşdariyeke fireh hate lidarxistin. Kurdistanîyên li Marsîlyayê eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan.

Di civînê de mijarên wekî hewldanên dagirkeriyê yên li ser Rojavyêa Kurdistanê û êrişên ku wekî jenosîd tê binavkirin hatin gotûbêjkirin. Beşdaran li hember bêdengiya civaka navneteweyî nerazîbûn nîşan dan û bal kişandin ser pêwîstiya xurtkirina piştevaniya bi gelê Kurd re.

NICE

Li bajarê Nice yê Fransayê bi sedan kes li hev civiyan û komkujiyên li Rojava û qutbûna înternetê li Kobanê protesto kirin. Li ber gara Nice kom bûn, bi sloganên “Bijî berxwedana Rojava” ber bi Meydana Garibaldi û avahiya şaredariyê ve meşiyan.

Çalakiya bîranîn û protestoyê bi deqeyek rêz ji bo şehîdên YPG û YPJê dest pê kir. Piştre girse bi dirûşmeyên “Her der Rojava, her der berxwedan” û “Kobanê ne tenê ye” nerazîbûna xwe nîşan da û axaftin hatin kirin. hate gotin, ’’heta Fransayê dengê me bibihîze û li hember vê sûcê mirovahiyê helwest bigire, em ê li qadan bimînin.’’

YEK DENG OLAN DA: BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve  li Davosê hate organîzekirin, ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn. Gelek welatiyên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakiya ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de pêk hat, Kurdistaniyan û dostên wan bi biryardarî hêrsa xwe nîşan dan û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava!" û "Kujer Colanî!" li seranserê bajêr û qada forumê olan dan.

Di çalakiyê de dowîzên ku balê dikşîne ser komkujiyên li Rojava û alên YPG, YPJ û QSD’ê hatin hilgirtin. Çapemeniya navneteweyî eleqeyek meizn nîşanî çalakiyê dan. Çalakvanan bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava tpkevin nava liv û tevgerê û daxwaza betalkirina piştgiriya ji bo  serokê hikûmeta demkî ya Şamê Ehmed El Şeri (Colanî) kirin.

Çalakvanan vexwendina kesekî ku bi komkujiyan tê tawanbarkirin ji bo Davosê bi tundî rexne kirin û diyar kirin ku ev ji bo hêzên navneteweyî şermek mezin e.

BÎEL

Êvarê li ber stasyona trênê ya navenda Bîelê bi sedan Kurdistanî û dostên wan civiyan û heta Place Centrale meşiyan. Di çalakiyê de pankart û dîlanên ku balê dikişînin ser qirkirin û berxwedana li Rojava hatin hildan. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di dema meşê de mirovên derdorê jî bi çepiklêdanê piştgirî dan çalakiyê û hêrsa li dijî dewleta Tirk û hêzên navneteweyî pir zêde bû.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û axaftin hatin kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Yek e yek e, Kurdistan yek e” bi dawî bû.

BELLÎNZONA

Yek ji qadên çalakiyê yên li welêt bajarê Bellînzona bû. Bi sedan mirov bi alayên YPG, YPJ, QSD û KCK’ê derketin qadan, êrişên li ser Rojava şermezar kirin û berxwedana Rojava silav kirin.

Di çalakiyê de gelek caran bi zimanên cuda dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser hevpariya sûc a hêzên navneteweyî di êrîşan de. Çalakvanan gotin ku heta êrîş bidomin ew ê di berxwedanê de bimînin û bang li her kesî kirin ku beşdarî berxwedanê bibe.

ZÛRÎH

Bi sedan kes li Helvetiaplatz a Zûrîhê civiyan da ku berxwedana gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê (bi taybetî Rojava) silav bikin û êrişên dagirkeriyê yên çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk protesto bikin. Komek mezin ji wir meşiyê navenda bajarê herî qelebalix kir.

Çalakvanan alayên YPG, YPJ, QSD û KCK’ê û dîlanên ku balê dikişînin ser qirkirin û berxwedana li Rojava hildan. Di dema meşê de dirûşmeyan silavkirina berxwedana mezin a Rojava hatin gotin û hevpariya sûc a hêzên navneteweyî bi tundî hate rexnekirin.

HANNOVER

Bi pêşengiya Federasyona Civakên Demokratîk (FED-DEM) li Hannoverê, bi beşdariya meclis û saziyên girêdayî federasyonê, li dijî êrişên qetlîamê yên li ser Rojava masaya krîzê ya lezgîn hate avakirin.

PYD, Nawyek, Siwana Meclîsa Jinên Êzîdî, FEDA, Meclisa Ronahî, Meclîsa Gel Hildesheim, Enternasyonalîst, Olderên Civaka Êzidî Şêx Huseyîn û Ciwan û gelek sazî û dezgehên din beşdarî vê masaya krîzê bûn.

Di civînê de hate destnîşankirin ku êrişên li ser gelên Rojava armanc dikin destkeftiyên demokratîk ên li herêmê. Bi taybetî komkujiyên li dijî sivîlan wekî sûcê şer hatin binavkirin û bersiv li bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate nîşandan.

Nûnerên saziyan diyar kirin ku divê gelê Kurd ê li Ewropayê dijî û dostên wan piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re mezin bikin, bang li xurtkirina kanalên têkoşîna dîplomatîk û girseyî kirin.

Di çarçoveya masaya krîzê de biryar hatin girtin ku xebatên agahdarkirina raya giştî, înîsiyatîfên dîplomatîk, protesto û çalakiyên girseyî bên rêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo zelalkirina bersivên li dijî êrîşan, biryara danîna konek li ber avahiya parlamena eyaleta Hannover (Landtag) jî hate dayîn.

Bang li dewletên Ewropayê, bi taybetî li Almanyayê hate kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava helwesteke zelal û eşkere bigirin. Endamên masaya krîzê diyar kirin ku ew ê piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re bidomînin û heta ku êrîş bi dawî bibin, têkoşîn bi biryardarî bidome.

DAVOS

Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) a ku di 19’ê Çileyê de li bajarê Davos ê Swîsreyê dest pê kir û derdorên siyasî, aborî û sermayeyê yên cîhanî anî cem hev û bi hêrsa Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya yek dengî ya "Bijî Berxwedana Rojava!" pêk hat. Vexwendina serokê hikûmeta demkî ya Şamê Ehmed Şara (Colanî) ji bo axaftina li forumê, bi rojane di serî de Kurdistanî û bi hezaran kes bertek nîşan didin.

Bi rojan e, li bajarên cuda yên Swîsreyê çalakiyan tên lidarxistin û ji bo kesên ku ve vexwendinê protesto bikin navenda çalakiyê ya îro li Davos a ku Foruma Aborî ya Cîhanê lê tê lidarxistin û tê payîn ku Ehmed El Şeri li wir biaxive.