Êrişên Îran, DYA û Îsraîlê li herêmê û cîhanê hatin şermezarkirin

Arîşeya leşkerî ya di navbera DYA û Îsraîlê li aliyekê û Îranê li aliyê din ku bû sedema êrikşên leşkerî, li herêmê û cîhanê hatin şermezar kirin.

Êrişên Îran, DYA û Îsraîlê li herêmê û cîhanê hatin şermezarkirin
28 sibat, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Erebî, herêmî û yên cîhanê arîşeya leşkerî ya di navbera Îran û Amerîka û Îsraîlê de ku bû sedema êrişên leşkerî, şermezar kirin, her wiha hişyarî dan li ser berfirehbûna şer ku wê bandorên cidî li ser ewlehiya herêmê û cîhanê bike.

Erebistana Siûdî êrişên Îranê yên li ser Îmarat, Behrên, Qeter, Kiwêt û Urdinê bi tundî şermezar kir û wan wekî "êrişeke hovane û binpêkirineke eşkere ya serweriya dewletan" bi nav kir, her wiha hevgirtina xwe bi wan welatan nîşan da.

Urdunê jî êrişên Îranê, tevî hedefgirtina axa wê bi mûşekên balîstîk, şermezar kir û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo welatên erebî diyar kir.

Her wiha Omanê xemgîniya xwe ji ber êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê anî ziman û daxwaza rawestandina tavilê ya şer kir.

Iraqê, ji aliyê xwe ve, êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kir û hişyarî da ku axa wê û asmanê wê ji bo êrişan were bikaranîn, nemaze piştî ku 2 kes di êrişên li başûrê welêt de hatin kuştin.

Li ser asta navneteweyî, Rûsyayê êrişa Amerîkî-Îsraîlî şermezar kir, Wezîrê Derve Sergey Lavrov di axaftina bi hevtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re de diyar kir ku êriş binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye û hişyarî da li ser "serpêhatiyeke xeternak" ku dikare bibe sedema karesateke mirovî û aborî.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê ya NY`ê kir, hişyarî da ku aloziya heyî ji bo her kesî xetereyek e. Di heman demê de Fransa tedbîrên parastina welatî û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn digire.

Brezîlyayê li ser pevçûnê "fikarên kûr" anî ziman û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li qanûna navneteweyî bigirin û sivîlan û binesaziyê biparêzin.

Ji aliyê xwe ve, Misrê êrişên Îranê yên li ser welatên Ereb şermezar kir, wan wekî binpêkirina serweriyê bi nav kir û hişyarî da ku herêm ber bi "kaoseke tevahî" ve diçe.

(ac)

ANHA