NY têkildarî aloziya Banka Navendî û petrolê yên Lîbyayê dicive

Şandeya Neteweyên Yekbûyî dê bi mijara aloziya Banka Navendî û petrolê yên Lîbyayê civîneke awarte li dar bixe.

NY têkildarî aloziya Banka Navendî û petrolê yên Lîbyayê dicive
27 tebax, 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Lîbyayê ji ber aloziya Banka Navendî ya Lîbyayê fikarên xwe anî ziman. Şandeyê hişyarî da ku biryarên yekalî metirsiya hilweşandina qada aborî û diravî ya li welat çêdike.

Şandeyê ragihand ku dê civîneke awarte bi beşdariya aliyên têkildarî aloziya Banka Navendî li dar bixe û ev agahî parve kir: "Armanc ji vê civînê ew e ku lihevkirinek çêbe ku li gorî peymanên siyasî û qanûnan be. Her wiha li gorî rêgaza xweseriya Banka Navendî û mîsogeriya domandina xizmeta giştî be.”

Li Lîbyayê ji ber nakokiyên siyasî yên navxweyî, aloziya Banka Navendî derketiye. Di enama van nakokiyan de parçebûn di bankê de çêbû. Parçebûn jî bandorç li qada aborî û diravî ya li welat kir.

Biryarên Meclisa Serokatiyê û Hikumeta El Wehda El Weteniye ya li rojhilatê welat, rewş aloztir kir. Hikumeta paralel a ku destekê ji parlamentoyê digire, rewşa awarte ragihand û navend û benderên petrolê girtin.

Piraniya navendên petrolê di bin kontrola "Ceyş El Wetenî" ya bi serokatiya Xelîfe Hefter de ne. Li herêma Wahat a li başûrê rojhilatê jî navendên petrolê hene.

(bb)