NY: Serkeftina pêvajoya veguhêz bi avakirina saziyên serbixwe ve girêdayî ye 

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku Sûriye hîn jî derfetek heye ku pêvajoya veguhastinê bi serkeftî temam bike û da zanîn ku hewcedarî bi saziyên serbixwe û pêkanîna edaleta veguhêz heye.

NY: Serkeftina pêvajoya veguhêz bi avakirina saziyên serbixwe ve girêdayî ye 
22 tîrmeh, 2026   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê nûnerê taybet ê NY`ê yê Sûriyeyê Claudio Cordone diyar kir ku serkeftina veguhastina Sûriyeyê ne bi hejmara saziyên damezirandî, lê bi bikaranîna wan a bibandor û serbixwe bixebitin û pêdiviyên hemû welatiyan bi cih bînin, tê pîvandin.

Cordone da zanîn ku destnîşankirina endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind û destpêkirina xebata Meclisa Gel a nû 2 qonaxên girîng in di pêvajoya veguhastinê de.

Karbidestê NY`yê diyar kir ku ji bo avakirina baweriyê pêdivî bi pergaleke rêveberiyê ya berfireh heye ku beşdariya jinan û hemû beşên civakê garantî bike, edaleta veguhêz û lêpirsînê pêk bîne û di jiyana sûriyeyiyan de başbûnê peyda bike.

Der barê rewşa ewlehiyê de, Cordone bal kişand ser hewldanên berdewam ji bo çareserkirina binpêkirinên ku di salên pevçûnê de hatine kirin û bal kişand ser pêşketina di pêkanîna peymana entegrasyona hêzên leşkerî û ewlehiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de.

Cordone li dijî bêçarebûna siyasî ya berdewam a li Siwêdayê hişyarî da û tekez kir ku hesabpirsîna ji bo bûyerên Tîrmeha 2015’an gaveke girîng e ber bi ji nû ve avakirina baweriyê ve.

Her wiha fikarên xwe li ser operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên berdewam ên li başûrê Sûriyeyê anîn ziman ku bûne sedema qurbaniyên sivîl, koçberî û astengkirina tevgera niştecihan.

(k)

ANHA