Di teqîna mayînekê de li çola Hemayê 2 kes birîndar bûn

Li rojhilatê parêzgeha Hemayê mayinek bi wesayitekê de teqiya, di encamê de du kes birîndar bûn.

Di teqîna mayînekê de li çola Hemayê 2 kes birîndar bûn
22 tîrmeh, 2026   12:56
Navenda nûçeyan

Îro li rojavayê Til Selama li çola nêzîkî Aqirbetê li rojhilatê parêzgeha Hemayê mayineke ji bermayên şer bi  wesayîtekê teqiya û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên herêmî, teqîn dema ku wesayît di herêmê re derbas dibû çêbû, 2 rêwî birîndar bûn û zirara mezin li wesayita wan bûn. Kesên birîndar ji bo dermankirinê veguhestin nexweşxaneyek herêmî.

(k)

ANHA