NY: Şerê li Rojhilata Navîn vediguhere krîzeke mirovî

Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn veguheriye “krîzeke mirovî ya mezin” û divê li seranserî herêmê mudaxileyeke lezgîn were kirin.

NY: Şerê li Rojhilata Navîn vediguhere krîzeke mirovî
6 adar, 2026   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîrektorê Desteka Bername û Rewşên Lezgîn a Komîsertiya Bilind a Koçberan a NY’ê Ayaki to got, “Krîza ku li Rojhilata Navîn mezin dibe, krîzeke mirovî ya mezin çêdike. Li hemû herêmê û Başûrêrojhilatê Asyayê pêdivî bi mudaxileyeke lezgîn heye.”

to diyar kir ku hin personelên NY’ê yên ku li herêmê wezîfe dimeşînin, di bin xeteriya ewlehiyê de ne.

Li aliyê din Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk bang li aliyan kir ku tengasiyê hinekê kêm bikin û ji bo parastina sivîlan tedbîr bigirin.

Turk got, “Divê şans bê dayîna aştiyê.”