NY: Pêdiviya 16.5 milyon Sûriyeyiyan bi alîkariyan heye

NYˊyê ragihand ku pêdiviya 16.5 milyon Sûriyeyiyan bi alîkariyan heye û zêdetirî 6 milyon Sûriyeyî jî hîna di hundir de koçber in.

NY: Pêdiviya 16.5 milyon Sûriyeyiyan bi alîkariyan heye
9 îlon, 2025   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê NYˊyê yê Kar û Barên Mirovî li Sûriyeyê Dr. Adem Ebdulmewla di civîneke çapemeniyê ya li Şamê de, ragihand ku hewcedariya nêzî 16.5 milyon Sûriyeyî bi alîkariyên mirovî heye. 

Ebdulmewla diyar kir ku zêdetirî 6 milyon Sûriyeyî hîna di hundirê de koçber in û zêdetirî 6 milyonan jî penaberî seranserî cîhanê bûne. Ebdulmewla destnîşan kir ku nêzî ji sedî 24 ji avahiyên li welat di salên borî de zirar dîtine yan jî bi temamî wêran bûne.

Ebdulmewla da zanîn ku veberhênanan ji bo plana bersivdana mirovî ya 2025ˊan hatiye veqetandin, heta niha gihîştiye ji sedî 14ˊan. Lê pêdiviya giştî ya planê bi 3.2 milyar dolar heye.

(fr)