Serokatiya Rûhanî ya Durziyan dîrok û cihê pevguhertina girtiyan destnîşan kir

Serokatiya Rûhanî ya Miwehidîn a Durziyan di daxuyaniyekê de ji bo ku rê li ber danûstandin û serbestberdana girtiyan were vekirin, daxwaza rawestandina tavilê ya hemû êrişan û vekişîna hemû hêzan ji dora Swêdayê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku cihê danûstandinê wê meydana gundê Um El Zeytûn saet di 6:00 êvarê de be.

Serokatiya Rûhanî ya Durziyan dîrok û cihê pevguhertina girtiyan destnîşan kir
20 tîrmeh, 2025   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Miwehidîn a Durziyan der barê pevguhertina dîlgirtiyan a di bin garantiya dewletên garantor ên peymanê de daxuyaniyek weşand û cih û dema pevguhertinê diyar kir.

Di daxuyaniyê de banga rawestandina yekser ya hemû êrişan û vekişîna hemû hêzên girêdayî desthilata veguhêz a Sûriyeyê ji derdora çiyê û hemû bajarok û gundên Siwêdayê hat kirin.

Serokatiya Rûhanî diyar kir ku ji bo ku pevguhertin û serbestberdana tavilê ya dîlgirtiyan çêbibe û bi garantiya dewletên garantor bi ser keve, divê bi lezgînî xizmetên înternet û ragihandinê werin peyda kirin da ku malbat bikaribin bi hev re têkilî deynin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîr istin ku “ev mesele wê heta saet 6:00`ê êvarê li meydana gundê Um el Zeytûn bi dawî bibe, da ku kur, keç û zarokên revandî bi ewlehî vegerin”.

 (ac-şx)

ANHA