Nûnerên DYA`ê û Pûtîn li hevdû civiyan

Nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (PYD) û Pûtîn ji bo rawestandina şerê navbera Rûsya û Ukraynayê li hevdû civiyan û dibe ku di hefteyên pêş de pîlansaziyên xwe raghîn in.

Nûnerên DYA`ê û Pûtîn li hevdû civiyan
6 îlon, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên DYA`ê Steve Wittkopf û Jared Kushner duh (roja şemiyê) gihîştin Moskowê û dê dan û standin bi berpirsên Rûsan re bikin. Kremlin raghandibû ku ew 3`ê rojan Kîyiv bombebaran nakin, Serokê Ukraynayê jî Volodymyr Zelensky amadekarî dike ku mîna Moskowê agirbestê raghînê.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê DYA`ê ji bo şer bi dawî bibe, pêşniyarên wan hene û her du nûneran bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civiyan, şêwirmendê Kremlinê Yuri Ushakov anî ziman ku ev civîn bi fêde bû û di civînê de li ser rawestandina şer axivîne.

Di destpêka civînê de Pûtîn gotiye rewş`zehmet e` û dê di dan û standinan de li ser mijarên têkildarî çareseriyê baxivin. Pûtîn û Wittkopf ev cara 8`emîne ku bi hev re dicivin û Kushner jî ev cara 3`emîne ku tev li dan û standinên li ser şerê li Ukraynayê, dibe.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov raghand ku Pûtîn ferman da ye ku ji roja şemiyê nîvê şevê Rûsya Kîyiv heyanî 3`ê rojan bombebaran neke. Peskov ev biryar bi têkiliyên Rûsyayê yên bi şandeya Amerîkî û tevgerkirina dîplomasî ya çêbûyî ve da girêdan.

Zelensky jî raghand ku Ukraynayê amade ye heyanî 3`ê rojan Rûsyayê bombe baran neke û got ew bi Wittkopf û Kushner re axiviye û Kîyiv amade ye ku roja yekşem û duşemê êrîşên xwe rawestînê û hêvî kir ku Rûsyayê jî di van rojan de êrîş neke.

Li Washingtonê jî berpirsek ji koşka spî got berpirsên Amerîkî û Rûsya ji bo dan û standinên têkildarî mijara şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de rawestê pîlansazî danîne û dibe ku di hefteyên pêş de were raghand in.

Di rewşa ku tevgera dîplomasî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsyayê dest pê kiriye, şer berdewam kir. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro (yekşemê) raghand ku wan 258 dronên Ukraynayê yên li ser herêmên Rûsyayê digeriyan, xistine xwarê de. Rayedarên kantona Belgorod jî raghand ku droneke Ukraynayê li gundê Golovçîno erebeyek bombe baran kiriye û di encamê de sivîlek hatiye kuştin û jinek birîndar bûye.

(np)

ANHA