Xwendekarên li Kobanê li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî necûn dibistanan

Xwendekarên dibistanên bajarê Kobanê di destpêka sala nû ya xwendinê de, li dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê ya kêmkirina dersên zimanê Kurdî, qebûl nekirin herin polên xwe.

Xwendekarên li Kobanê li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî necûn dibistanan
Xwendekarên li Kobanê li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî necûn dibistanan
Xwendekarên li Kobanê li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî necûn dibistanan
Xwendekarên li Kobanê li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî necûn dibistanan
Xwendekarên li Kobanê li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî necûn dibistanan
Xwendekarên li Kobanê li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî necûn dibistanan
6 îlon, 2026   10:51
KOBANÊ

Di destpêka sala xwendinê ya 2026`an de îro, xwendekarên dibistanên bajarê Kobaniyê li dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê ya kêmkirina dersên zimanê Kurdî, qebûl nekirin herin polên xwe.

Xwendekaran nerazîbûn nîşan dan û gotin ew biryara Wezareta Perwerdehiyê qebûl nakin û daxwaza betalkirina wê û vegerandina zimanê kurdî wekî zimanê sereke yê perwerdeyê kirin.

Xwendekara bi navê Hingivîn Musa got, "Em zimanê Erebî red nakin, lê divê zimanê me yê dayikê bingeha perwerdeyê be.Divê rêz li nasnameya me ya zimanî û destkeftiyên perwerdeyê yên ku di salên borî de hatine bidestxistin were girtin."

Xwendekarê bi navê Alan Mihemed, jî got, "Ez di pola pêncemîn de me û min ev 5 sal li dibistanê zimanê Kurdî xwendiye. Em dixwazin bi zimanê dayika xwe bixwînin û eger hemû dersên me bi Kurdî nebin, ez ê neçim dibistanê."

Xwendekaran diyar kirin ku ew ê grev û xwepêşandanên xwe bidomînin heta ku biryar were betalkirin û daxwazên wan werin bicîhanîn.

(k)

ANHA