Komîsyona Lêkolînan: Sûriye hîna jî di nava tundî û binpêkirinan de xeniqiye

Serokê Komîsyona Lêkolînan a Serbixwe ya Navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê diyar kir “Sûriye hîn jî di nava hemû cureyên tundî, komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan, koçberî û wêranî de xeniqiye û tundiya li ser jinan zêdetir bûye.”

Komîsyona Lêkolînan: Sûriye hîna jî di nava tundî û binpêkirinan de xeniqiye
31 cotmeh, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîsyona Lêkolînan a Serbixwe ya Navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê Paulo Sergio Pinheiro duh bi rêya dîmenekê beşdarî civîna Komîteya Sêyemîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû. Serokê komîsyonê ku rapora komîteyê pêşkêş kir, bûyer û komkujiyên di Adara îsal de li Laziqiye, Hema û Tertûsê rû dane, nirxandin û got di encamê de nêzî hezar û 400 kes hatine kuştin.

Paulo Sergio Pinheiro got tevî arîşeyan jî derfetên mezin jî hene û ev tişt anî ser ziman: “Derfetek di destê sûriyeyiyan de heye ku welatê xwe li ser bingeha rêzgirtina li rûmet û mafên mirovan ên hemû welatiyan ji nû ve ava bikin."

Serokê komîsyonê hişyarî da ku pêlên tundiya domdar û metirsîdar geşbîniya li ser hêza desthilata demkî ya ji bo bidawîkirina tundiyê ya li Sûriyeyê kêm kiriye.

Serokê komîsyonê behsa lêkolînên xwe yên li bajar û gundewarên Siwêdayê jî kir û da zanîn ku ji ber tundiya di Tîrmehê de bajar û gundên Siwêdayê bi giranî zirar dîtiye û got: "Ekîbên me asta mirin û wêraniya mezin a li dehan gundên rojavayê Siwêdayê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, dît."

Paulo Sergio Pinheiro bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û welatên endamên NY’yê kir ku bi lez sedemên tundiyê çareser bikin, rê li ber dubarebûna binpêkirinn bigirin û bi rêya hesabxwestina ji berprisan, baweriyê di navbera dewlet û civakê ava bikin.

TUNDIYA LI DIJÎ JINAN

Serokê komîsyonê destnîşan kir ku tundî û cudakariya li hemberî jinan çavkaniya mezin a fikaran e. Her wiha da zanîn ku wan gelek rapor li ser revandina jinan ji aliyê çekdaran ve, tundiya zayendî ya li hemberî wan û zewicandina bi darê zorê wergirtine. Pinheiro got tevî ku desthilata xwecih li ser van bûyeran hatiye agahdarkirin jî, lê malbatan aşkera kir ku desthilatê tu gav neavêtine û lêkolîn nekirine.

Serokê komîsyonê bal kişand ser pêşveçûnên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, koçberkirina bi zorê ya sivîlan û girtina wan, êrişên hewayî yên domdar ên Îsraîlê û diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî alozî hîna dewam dikin.

Paulo Sergio Pinheiro her wiha got pêdiviya welat bi saziyên dewletê yên bihêz û aktîf ên li ser bingeha mafên mirovan û serdestiya wan heye.

(bb)