Nûnerê IMF’ê yê Sûriyeyê hat hilbijartin

Piştî 14 salan, Ron van Roden wekî nûnerê  Sûriyeyê yê Fona Pere ya Navneteweyî (International Monetary Fund) hat hilbijartin.

Nûnerê IMF’ê yê Sûriyeyê hat hilbijartin
23 nîsan, 2025   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Darayî yê desthilata Şamê Mihemed Yusir Berniye beşdarî civînên salane yên ya Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û Banka Navneteweyî bû ku 21’ê vê Nîsanê dest pê kiribûn û dê 26’ê heman mehê bi dawî bibin.

Wezîrê Darayî yê desthilata bi daxuyaniyekê ragihand ku IMF’ê piştî 14 salan an ku ji dema destpêkirina aloziya Sûriyeyê ve, nûnerê xwe ji bo Sûriyeyê erkdar kir û got, Ron van Roden wekî nûnerê Sûriye yê IMF’ê hatiye destnîşankirin.

Li gorî nûçeya Rueters, hilbijartina Roden bo nûnertiya Sûriye ya IMF’ê li ser daxwaza "hikumeta Sûriyeyê" pêk hatiye.

Berniye, hilbijartina nûnerê Sûriye yê IMF’ê wekî gavek girîng "ji bo amadekirina diyalogê di navbera IMF û Sûriyeyê de"  nirxand û got, diyalog jî bi armanca pêşxistina aboriyê û başkirina rewşa gelê Sûriyeyê ye.

Malpera fermî ya IMF’ê da zanîn ku di 40 salên dawîn Sûriye bi fermî tu têkilî bi saziya wan re nekirine û bi bîr xist ku cara dawîn ku şandeya IMF’ê serdana Şamê kiriye di dawiya sala 2009'an de bû.

Roden rêveberê alîkar ê Rêveberiya Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ya IMF’ê bû û niha jî rêveberê IMF’ê yê Urdunê ye.

(mh/bb)